Fermandarên YPG û YPJ’ê bi daxuyaniyeke vîdyoyê bersiv dan peyama hevkariyê ya şoreşgerên Myanmarî.
“Hûn jî wek gelê Myanmar’ê xwedî gelek nasname û gelek çand in, her wiha hûn xwedî gelek dînamîkên demokratîk ên xurt in. Ji ber vê sedemê bi rêbazên cûntaya faşîst, leşkerî hewl didin we kontrol bikin û bitepisînin.”
Fermandarên YPG û YPJ’ê bi daxuyaniyeke vîdyoyê bersiv dan peyama hevkariyê ya şoreşgerên Myanmarî.
Derbarê peyama piştgitiyê ya ji Myanmarê de ev hat gotin:
“Em peyama we ya ku êşên me parve dike û xwedî li berxwedana me derdikeve pir girîng dibînin. Helwesta we ya hevgirtinê moral dide me û em spasiya we dikin.”
Dı peyamê de wiha qala têkoşîna li Myanmarê hat kirin:
“Hûn jî wek gelê Myanmar’ê xwedî gelek nasname û gelek çand in, her wiha hûn xwedî gelek dînamîkên demokratîk ên xurt in. Ji ber vê sedemê bi rêbazên cûntaya faşîst, leşkerî hewl didin we kontrol bikin û bitepisînin.”
Azadiya jinê û aliyên din ên paradîgmaya KCK’ê mora xwe li vê peyamê xist. Di dawiya peyamê de wiha hat gotin:
Em ê bi tu awayî gav paş de neavêjin û em ê nirxên azadiyê yên ku em bi hev re temsîla wê dikin, jiyanî bikin. Ji bo ev şoreş veguhere şoreşeke herêm û cîhanê em ê heta dawî têbikoşin û teqez em ê biserkevin. Bi vê şanazî û biryardariyê em we silav dikin û bawer dikin ku hûnê rejîma Cunta û her awayî pergalên dîktator hilweşînin. Em di têkoşîna we de serketinê dixwazin û rêzdariya xwe pêşkêş dikin.”
Infowelat