Amerîka û Ukrayna aştîyê muzakere dikin

A.Rahman Çelîk 

Amerika û Ukrayna careke din aştiyê muzakere dikin.

Nûnerên herdu welatan ji bo vê meseleyê li Erebistana Siûdî civîyan.

Amerîka û Ukraynayê ji bo muzakereyên aştiyê li bajarê Cîde ya Erebistana Siûdî li hev rûniştin.

Berpirsê şandeya Amerîkayê Wezîrê Karên Derve Marco Rubio ye.

Rûbio beriya hevdîtinê bi prensê mîrasgir Mûhemmed Bîn Selman re civîya.

Marco Rubio berîya biçe Cîdayê vê daxuyanîyê da çapemenîyê:

“Di mijara tiştên divê bi awayê pêwîst pêk bînin de ez ê tu şertan diyar nekim. Ji bo bidim ber daxwazên Rûsyayê, tenê ez ê guhdarî bikim bê dixwazin çiqasî bi pêş de bikin.”

Rubio careke din bubare kir ku Ukrayna nikare vegere sînorên xwe yên beriya 2014yan.

Wezîrê amerîki wiha gotinên domand:

“Herdu alî jî lazim e fêm bikin ku ev pevçûn bi awayê leşkerî çareser nabe. Rûsya nikare hemû Ûkraynayê bixe dest, bes hêzeke ku Rûsyayê vekişîne paş sînorên 2014yan jî tune ye.”

Rubio: Divê Ukrayna tawizan bide

Herwiha, Rûbio got, “ji bo peymana aştiyê ya pêkan, pêwîste Ukrayna ji axa xwe tawizan bide Rûsyayê.

Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky jî bi boneya hevdîtina Mûhemmed Bîn Selman re li paytext Riyadê ye.

Volodimir Zelensky destnîşan kir ku wan ji bo serbestberdana hêsîran hevdîtin pêk anîn e.

Zelensky beşdarî hevdîtinên muzakereyên aştiyê yên bi heyeta Amerîkayê re nabe.

Li alîyekî din, Steve Witkoff ku Nunerê Taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump e, ji bo bi serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re hevdîtinê pêk bîne diçe Moskowê.

Ewrûpaya ku tevlî proseya muzakereyên aştîyê nehat kirin, ji ber vê yekê bi fikar e.

Ewrûpa di nava alarmê de ye

Ewrûpî di pêvajoya aştiya Ukraynayê de, serokê Amerîkayê Donald Trump bi alîgiriya Rûsyayê ve tê sûcdarkirin.

Heta endamên Partîya Demokrat a Amerîkayê dibêjin ku Donald Trump eyan kiriye ku tevî Rûsyayê di yek xetê de dimeşe.

Trump vê qebûl nake û dide zanîn, ew bi zextên li ser Zelensky dixwazin Ukraynayê bînin maseya muzakereyê.

Amerîka ji bo vê mebestê alîkarîya leşkerî û piştevaniya îstixbaratê ya Ukraynayê da sekinandin.

Foto: Civîna nûnerên Amerîka û Ukraynayê ya li Erebistana Siûdî

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …