Eko-şaredartî û Övertorneå

 

 

Övertorneå bajarokekî biçûk ê li bakurê Swêdê ye û li ser sînorê Fînlandiyayê cî digire. Nifûsa vê bajarokê 2100’e ye li derdora wê jî hin wargehên din ên biçûktir ciyê xwe girtine. Şaredariya Övertorneayê ji bilî bajarokê, navendên din ên li herêmê jî digire nava xwe û bi vî awayî hejmara nişteciyên di nava sînorê wê de dibe qasî 5000’î. Wargenên li vê herêmê di newaleke ku xwedî dewlemendiyeke xwezayî û çandî ye hatine avakirin û di nava vê newalê re Çemê Torne derbas dibe. Herwiha, riya ku Swêd û Fînlandiyayê bi hev ve girêdi de jî di vê herêmê re derbas dibe û ev yek ji bo aboriya vir dibe avantajek.

Ji ber ku Övertornea di nava Çembera Arktîk’de dimîne xwedî îklimekî pir cihê ye. Di seranserê salê de hewa sar e û zivistan pir dijwar e. Ji bilî vê di seranserê zivistanê de herdem şev e û herwiha di havînê jî herdem roj e. Lê ev merc li ser pêşketina civaka vir nebûye asteng. Berevajiya vê, mirovên li ser vî erdî hem bi xwezayê re li hev bûne û hem jî karibûne civakeke pêşketî û demokratîk ava bikin. Digel van aliyên balkêş, taybetiya herî girîng a Övertornea’yê modela wê ya şaredariyê ye. Bajarok di cîhanê de cara ewilî modela eko-şaredartiyê pejirandiye û wê bi serfirazî meşandiye.

Övertorneå_kommun3

Dîroka Eko-Şaredartiyê

Konsepta eko-şaredarî cara ewilî di 1980’an de ji aliyê rêvebiriya Suomussalmi hatiye pêşxistin. Paşê bi biryara Konseya Şaredariya Övertorneayê di 1983’an de konsepta eko-şaredariyê hatiye qebûlkirin. Bi vê biryarê,  vî bajarokê biçûk bûye navenda ewilî ya Swêdê ku vê modelê meşandiye. Serfiraziya eko-şaredartiya li vir tesîr kiriye ku ev model li herêmên din ên welat belav bibe. Di encama vê tesîrê de, di nava pêvajoyê de 78 şaredariyên swêdî ku % 27’ê şaredariyên li welat pêk tînin, heman modelê pejirandine.

Serfiraziya vê modelê ya li Swêdê tevgereke eko-şaredariyê li Skandînavya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê derxistiye holê. Tevgera navborî li Norwêc, Fînlandiya û Danîmarka ku hemû jî welaten Skandînavyayê ne û belav bûye û di encam de hin şaredarî eko-şaredartiyê pejirandine. Paşê heman tevger gihîştiye DYA’yê jî û li vir 12 şaredarî dest bi tetbîqkirina vê modelê kirine. Digel vê belavbûnê jî li cîhanê welatê ku xwedî tora herî mezin a vê modelê ye bê guman Swêd e. Li Swêdê bi armanca peydakirina alîkariyê ji bo bajar û bajarokên ku pîlanên civaka ekolojîk dimeşîn toreke bi navê “Sveriges Ekokommuner” (SEkom) hatiye avakirin. Sazî ji şaredariyên endam agahiyên li ser tecrûbeyên wan berhev dike û wan bi riya malper, qurs û konferansan radigihîne xebatkarên şaredariyên endam.

Teoriya Eko-şaredartiyê: Gavên Xwezayî (TNS)

Gavên Xwezayî ji aliyê zanyarê swêdî Karl-Henrik Robert hatiye pêşxistin. Robert di 1989’an de gotarekê li ser mercên sîstema jiyanbariyê nivîsandiye û paşê ji bo şîroveyê ew şandiye ji gelek zanyaran re. Piştî vê pêvajoya şêwirîne Robert navê Gavên Xwezayî li sîstema xwe ya nû kiriye. TNS di destpêkê de dibêje ku divê pêvajoya biryardayinê ya şaredariyan divê li ser beşdariyeke berfireh bê damezrandin. Li aliyekî din, vê teoriyê diyar dike dema ku çavkanî tenê bi awayekî dadwerî bên belavkirin, civakên ku em tê de dijîn wê bibin xwe-jiyandinkirin.*  Li gorî vê, civak dikarin bibin xwedî avahiyên dostê herî baş ên xwezayê, enerjiya herî paqij a cîhanê û çûnûhatina herî baş a giştî lê bêyî sîstemeke sosyal, civak nikare jiyandinbariyê pêk bîne.

Sîstema Gavên Xwezayî ji çar prensîp û tespîtan pêk tê. Prensîna ewilî ev e ku divê mirov bi mercên ku kapasîteya wan a bidestxistina pêdiviyên wan lawaz dike rû bi rû neyên hiştin. Sê prensîbên din ên vê sîstemê li ser têkiliya mirov û xwezayê disekine û xwe dispêre van analîzên ekosîstemê:

  • Civak pir bi lez materyalan li hawîrdorê belav dike ku êdî xweza nikare wan hilgire ( mînak: petrol, komir, metalên wekî (civa û gule)
  • Civak madeyên pir bi lez hildiberîne ku êdî ew ji aliyê prosesên xwezayî nikarin bên parçekirin. (mînak: diyoksîn, DDT –jahrên ku kêzikan dikujin- û PCB –madeyên kîmyewî yên bi jahr-)
  • Civak pir bi lez çavkaniyan bi kar tîne ku êdî ew nikarin ji nû ve çê bibin (mînak: bi awayekî zêde birîna daran û masîgirî) an jî bi formên din ên manîpulasyona ekosîstemê pêk tîne (mînak: betonkirina axên bi bebereket an pêkhatina erozyona axê)

Övertorneå samhälle

Modela Eko-Şaredariyê ya Övertornea’yê

Piştî biryardayina konseya şaredariyê ya perjirandina modela nû, bajaroja Övertornea’yê dest bi meşandina vê modelê kiriye. Ekonomîst û pîlankerê swêdî Torbjorn Lahti yek ji serkêşê projeya eko-şaredartiyê bûye ku berpirsiya meşandina vê projeyê hilgirtiye ser xwe. Di çarçoveya meşandina vê modelê de çar armancên girîng ev bûne: afirandina aboriya deverî li ser enerjiya dikare bê nûkirin, çûnûhatina giştî, çandiniya organîk û parastina erda çolterê ya li dora bajarokê.

Beriya eko-şaredariyê li bajaroka Övertorneayê rêjeya bêkariyê % 25 bûye û di bîst salên dawî de % 20’ê nifûsê koçî aliyên din ên Swêdê kirine. Lahtî û ekîba wî bi beşdariya % 10’ê nîfûsê li bajarokê dest bi karê xwe kirine. Di encama vê xebata kolektîf  de  di sala 2001’an de Övertornea van encamên balkêş bi dest xistiye:

  • Övertornea % 100 ji sotemeniyên fosîl (petrol, komir û hwd.) rizgar bûye
  • Çûnûhatina giştî bûye belaş
  • Bajarok û derdora wê bûye ciyê herî mezin ê çandiniyê ya li Swêdê
  • Ji 200’î zêdetir karên nû derketine holê.                                    

Image-contributor-s_avatar2Karl-Henrik Robert Kî ye?

Profesor Karl-Henrik Robert di 1947’an de li Swêdê ji dayîk bûye û piştî bidawîkirina perwerdehiya xwe tibê dest bi doktoriyê kiriye. Robert di 1989’an de ketiye nava hewldanên ji bo pêkanîna civakên bi xwezayê re li hev û teoriya eko-şaredartiyê afirandiye. Li gorî vê teoriyê divê civak di warê civakî û ekolojîk de jiyandinbar bûna. Zanyar di heman salê de li Swêdê tevgera bi navê Gavên Xwezayî (TNS-The Natural Step) damezrandiye. Niha Gavên Xwezayî bûye tevgereke cîhanî û 10 welatan buroyan vekiriye.

Ji bo xebatên van xebatên xwe yên serkeftî profesor Karl Henrik Robert li cîhanê gelek xebatan wergirtiye. Dem û navên xelatên zanyar wergirtiye ev in: Xelata Xaça Kesk ya ji bo Lîdertiya Navneteweyî (1999), Xelata Gerstêrka Şîn ya ji bo jiyandinbariya ekolojîk a ji aliyê Weqfa Asahi Glass (2005), Medalyaya Laureta ya Berpirsiya Civakî ya ji aliyê Navenda Global a Etîka Karê Lîdertiyê (2006). Herwiha di sala 2006’an de navê zanyar Robert ketiye weşana bi navê 100 Kesên Xwedî Vîzyon ên sedsala 20’emîn.

———————–

*  Xwe-jiyandinkirin (bi ingilizî self-sustaining): Bi tena serê xwe (di wateya civakî de) bidestxistina pêdiviyên xwe yên jiyanê ji xwezayê. Lê di pêvajoya bidesxistina van pêdiviyan de divê ji qasî ku xweza bikaribe xwe nû bike materyal jê bên girtin. Di dema hilberîna materyalan û di dema bikaranîna wan de jî divê materyalên paşmayî (ên kêrnehatî) bi pîvanekî li xwezayê bê vegerandin ku xweza bikaribe wan hezm bike. Herwiha, di van herdu pêvajoyan de divê materyalên paşmayî ku xisar didin xwezayê çênebin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …