Amerîka B-1B şandin Koreyê

Koreya Bakur vê sibehê testa du fuzeyên din ên menzîlkurt kirin.

Her du fuze piştî 130 km firiyan, li rojavayê Koreya Başûr li nava deryayê ketin.

Amerîkayê du balafirên bombebaranê B-1B şand Koreyê.

Aloziya li Koreyê ku welatekî herî hesas ê herêma Asya-Pasîkê ye berdewam dike.

Koreya Bakur ev heftiyekê ye hema her roj li ser navê ceribandina fuzeyan gefê li Koreya Başûr dixwe.

Pyongyang fuzeyên menzîldirêj û kurt davêje deryayên dora vî welatî û nêzîkî Japonyayê.

Cara dawî, Koreya Bakur vê sibehê testa du fuzeyên din ên menzîlkurt kirin.

Her du fuze piştî 130 km firiyan, li rojavayê Koreya Başûr li nava deryayê ketin.

Amerîka û Koreya Bakur derbarê mijarê de daxuyanî dan û testa dawî şermezar kirin.

Herwiha her du welatan biryar dan tetbîqata xwe ya hewayî berfireh bikin.

Li gorî daxuyaniya ewilî, minawreyên leşkerî yê roja bi dawî bûna.

Balafirên B-1B

Amerîka bi vê jî nehat serî û îro 2 balafirên bomberanê yên bi navê B-1B li Koreya Bakur bi cî kirin.

Ev balafirên suporsonîk berê dikarin 34 ton bombe, fuzeyên cruise û bombeyên lazer hilgirin.

Herwiha bi menzîla xwe ya dirêj, ev balafir dikarin bigihîjin hemû aliyên cîhanê.

Pisporên leşkerî radigihînin, wê Koreya Bakur hebûna van balafiran a nêzîkî sînorên xwe wekî tehdîteke mezin qebûl bike.

Lewma jî çav li rê ye aloziya li nîvgirava Koreyê û bi vê re jî li herêma Asya-Pasîfîkê di dema bê de hîn bêtir kûr bibe.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …