Beledîyeya Peyasê ya Amedê ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi 10 ziman û zaravayan pîrozbahî weşandin.
Li alîyekî din, zarokên li Zarokistanê perwerdeya pirzimanî dibînin, Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin.
Xebatên Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Beledîyeya Peyasê ya ji bo parastina kurdî berdewam dikin.
Bi pêşengîya gerînendetîyê, Beledîyeya Peyasê ya Amedê ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi 10 ziman û zaravayan pîrozbahî weşandin.
Peyama pîrozbahiyê kurmancî, zazakî, soranî, kelhurî, suryanî, ermenîkî, farisî, erebî, îngilîzî û tirkî hatin weşandin.
Her yek ji peyaman li ser postereke ji alîyê beledîyeyê hatibû amadekirin, cî girt.
Naverokê peyaman pîrozbahîyê wiha ye:
“21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî Pîroz Be!
Zimanê Zikmakî çavkaniya civak û nirxên çandî ye. Tendirustî û perwerdehî di serî de, di her qada jiyanê de wergirtina xizmetên bi zimanê zikmakî, mafekî gerdûnî û demokratîk e.
Bi hêviya ku ji hemû zimanan re azadî û wekheviyê bîne, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî Pîroz be.”

Li Zarokistanê çalakiya Roja Zimanê Dayikê
Li alîyekî din, zarokên li Zarokistanê perwerdeya pirzimanî dibînin, Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin.
Malbatên zarokan tevlî bernameyê bûn tê de lîstik û stran hatin pêşkêşkirin.
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar di bernameyê de axaftinekê kir.
Dundar ji bo parastina zimanê bal kişand ser giringiya rênîşandan û pêşveçûna zarokan.
Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperikê wekî Zarokistan tê binavkirin.
Sazî girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Beledîyeya Peyasê ye.
Infowelat
—————————————
Foto: Postera Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Beledîyeya Peyasê amade kirîye