Artêşa Kamboçyayê dest danî ser milkên gundiyan

Gundiyên li rojhilata Kamboçyayê dijîn li dijî artêş û elîtekî lokal ku dest danîne ser erdên wan, têkoşînê dikin. Gundiyên endamekî komên etnîk ên li herêma Keo Seima li dijî fermandarên li deverê û spekulatorê erd serî li dadgehê dan.

Li gorî nûçeya RFA‘yê Hin fermandarên artêşê û sermiyandarekî li wîlayeta Mondulkiri ya rojhilata Kamboçyayê bi zorê dest danîn ser 80 hektar erdên gundiyên Fnongê. Li hember vê kiryarê, 44 malbatên ji vî gundî li dijî dagirkerên erdên xwe di dadgehê de doz vekirin.

Gundiyan diyar kirin ku di meha ewilî ya vê havînê de fermandarê artêşê yê li deverê û spekulatorekî erdan dest daniye ser erdên wan ên birincê û wan bi zorê ji xaniyên wan derxistine. Sok Ratha ku kordînatorê saziyeke mafên mirov ên li herêmê ye da xuyakirin ku digel ku rêvebiriya herêmê tapuyên erdan dane gundiyan, vê bûyerê pêk hatiye.

Ratha da zanîn ku bi vê kiryarê mafê milkiyetê ya gundiyan û qanûnên xweciyan ku ji 2001’ê û vir ve destûrê dide çandiniya gundiyan a li ser erdên dikevin nav sînorê daristanê, hatiye binpêkirin.

Gundî diyar dikin ku eger ew di dadgeha herêmî de encamekê bi dest nexin, ew ê dozê bibin dadgeha bilind a neteweyî.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …