Toulouse (bi oksîtanî Tolosa) salvegera 836. a Peymana Azadiyên Komunal pîroz kir.
Toulouse bajarekî li başûrê Fransayê ye û navenda Herêma Oksîtanyê ye.
Bi Peymana Azadiyên Komunal re Komara Toulouseê ya otonom hatibû damezrandin.
Bajarê Toulouse (bi oksîtanî Tolosa) salvegera 836. a Peymana Azadiyên Komunal pîroz kir.
Bi armanca pîrozbahîyê, di 11yê hezîranê de li Capitola Toulousê merasîmekê hate lidarxistin.
Şaredarî û nûnerên civaka sivîl tevlî bernameyê bûn.
Capitola Touluseê niha wekî navenda şaredariyê bajêr tê bikaranîn.
Toulouse bajarekî li başûrê Fransayê ye û navenda Herêma Oksîtanyê ye.
Toulouse bi nifûsa xwe ya di ser 500,000 re bajarê çaremîn mezin ê Fransayê ye.
Çi ye Peymana Azadîyên Komunal?
Welatîyên Toulouseê mafên navborî piştî tekoşîna xwe ya li hemberê Mîrektîya Kont Ramonê V.bi dest xistin.
Mîrê katalan di 1189an de bi Peymana Azadîyên Komunal otonomîya bajêr qebûl kir.

Bi peymanê re Komara Toulouseê ya otonom hat damezrandin.
Bajêr di sedsala 14. de gaveke din jî pêş
de avêt û Parlementoya Toulousê damezrand.
Otonomiya bajêr heta Şoreşa Fransî ya 1789an dom kir.
Piştî şoreşê otonomiya bajêr hat betalkirin û dawî parlementoyê hat anîn.
Infowelat
—————————————
Foto: Bernameya pîrozbahîyê ya li Toulouseê