Nûnerê DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) Scott Bolz di 5ê kanûna pêşîn de bi ENKSê re hevdîtinekê kir.
Berdevkê Konseya Neteweyî ya Kurd Feysel Yûsif radigihîne, Bolz desteka Amerîkayê ya ji bo venasîna gele kurd ê li Sûrîyeyê careke din piştrast kirîye.
Amerîka hewl dide li Rojavayê Kurdistanê yekitîya di navbera rêxistinên kurdan de çê bibe.
Şandeyên amerîkî di du mehên dawî de tevlî nûnerên fransî ji bo meseleyê hevdîtinan dikin.
Hevdîtina dawî di 5ê kanûna pêşîn de di navbera nûnerê DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) Scott Bolz û ENKSê pêk hat.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif derbarê hevdîtîna li Qamişloyê de agahî da Ajansa North Pressê.
Yûsif got, nûnerê amerîkî di hevdîtinê de qala giringîya yekitîya kurdên li Sûrîyeyê kirîye.
Herwiha, Scott Bolz li ser meseleya temsîlîyeta kurdan a li Şamê jî sekînîye û ji kurdan daxwaz kirîye ji bo bê şandeyeke yekgirtî ava bikin.
Berdevkê ENKSê radigihîne, Bolz desteka Amerîkayê ya ji bo venasîna gele kurd ê li Sûrîyeyê careke din piştrast kirîye.
Infowelat
——————————————
Foto: Wesayîtên şandeya amerîkî yên tevlî civîna li Qamişloyê bûne/Ajansa North Pressê