A.Rahman Çelîk
Serokê HTŞ’ê Mûhemmed Colanî çû serdana Tirkîyeyê.
Tayyib Erdogan ji bo Colanî bîne Enqereyê balafira taybet şand Şamê.
Serokê HTŞ’ê Mûhmemmed Colanî piştî Erebistana Siûdî çû Tirkiyê.
Tayyib Erdogan ji bo wî bîne balafira taybet şand Şamê.
Colanî û Erdogan li paş deriyên girtî qasî 3 saetan hevdîtin pêk anîn.
Tayyib Erdogan di daxuyaniya piştî hevdîtinê de Mûhemmed Colanî ji bo mêvanê xwe gotinên xweş kirin:
“Min û braderê min e bi qîmet di her mijarê de me li hev kiriye, tevî alîkariya însanî, em ê piştevaniya avahîsaziyê jî bidin.”
Tayyib Erdogan beriya şerê navxweyî Beşar Esad jî wekî braderê xwe bi lêv kiribû, paşê jî ji bona Sûriyê li nav hev bixe, ketibû nava hewildanan.
Serokê nû yê Sûriyê Mûhemmed Colanî ji bo avakirina Sûriyeyê li piştevaniyê digere.
Tirkiyê jî keysparêzîyê dike û dixwaze di berdêla alîkarîyê de HTŞ şerê kurdan bike.
Colanî beriya biçe Enqereyê di kanaleke televizyonê de diyar kiribû, muzakereyên bi HSDê re dewam dikin.
Serokê HTŞê di daxuyaniya hevpar de destnîşan kir ku ew jî dixwazin têkîliya xwe ya bi Tirkiyê re veguherînin têkîliya stratejik.
France 24: Armanc tunekirina otonomîya kurdan e
Serdana Colanî ya Enqereyê ji alîyê medyaya cîhanê jî hat şopandin.
Bi taybetî, France 24 cîyekî berfireh da vê mijarê bernameyekê weşand.
Gonul Tora a gerînendeya Enstîtuya Rojhilata Navîn a Bernameya Tirkîyeyê ye tevlî bernameyê bû.
Tor got, armanca sereke ya Erdogan tunekirina otonomîya kurdan, vederkirina koçberên ji Sûrîyeyê û girtina karên avahîyazîyê ji Sûrîyeyê ye.
Infowelat
—————————————-
Foto: