Neteweyên Yekbûyî ji bo kurdan hişyarî da Tirkiyeyê

Li gorî nûçeya PUK Mediayê, Komîteya Rawestandina Nijadperestiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raportekê diyar kir ku Tirkiya mafên kurdan binpê dike.

Komîteya Rawestandina Hemû Cureyên Nijadperestiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) [United Nations Committee on the Elimination of Racial Discrimination (UNCERD)] hinek zanyariyên xwe bi raportekê eşkere kirin ku Tirkiya li dijî kurdan siyaseta nijadperestiyê dimeşîne; rê nade kurdan bi taybetî jî jinên kurd di dem û dezgehên fermî de bixebitin.

Li gorî raportê hikûmeta Tirkiyeyê mafên kurdan binpê dike; herwiha azadiya raderbirînê asteng dike, çalakiyên sivîl qedexe dike û bêyî biryarên dadgehan binçav dike.

Raport dibêje ku hikûmeta Tirkiyeyê bi bihaneya teror û parastina asayişê qanûnên li dijî terorê datîne û bêbextiyê li kurdan dike.

Ji aliyê aborî de jî raportê eşkere kir ku li piraniya bajarên kurdnişîn xizmetên cemawerî di rewşeke nebaş de ne û bi taybetî jî di warê perwerdehî û tenduristiyê de kurd mehrûmiyetê dikêşin.

Komîteyê diyar kir ku zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi tevahî bêpar in.
Jêder: Sputnik News

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …