National Interest: ‘Gelo 2016 dê bibe sala cudabûna Kurdistanê ji Iraqê?’

Malpera National Interest raportek belav kiriye ku dibêje: ‘Serok Barzanî bi eşkere ragihandiye referandûma diyarkirina çarenivîsa Kurdistanê nayê wê wateyê ku piştî referandûmê dê dewleta serbixwe bê ragihandin, lêbelê dê daxwaza rasteqîn a xelkê nîşan bide.’

Nivîskarê malpera National Interest Seth J. Frantzman derbarê serxwebûna Kurdistanê û cudabûna ji Iraqê de raportek belav kiriye ku dibêje: ‘Serok Barzanî sala 2014an daxwaza referandûmê kiribû û biryar bû Parlementoya Kurdistanê demek ji referandûmê re diyar kiriba; lê şerê DAIŞê ew pêvajo bi paş xist. Bi rastî şerê DAIŞê ji her referandûmê baştir wêneyê Kurdistaneke serbixwe nîşanî hemû cîhanê da û Herêma Kurdistanê bi tenê, bêyî Bexdayê û bi awayekî serbixwe ew şer meşand.’

Malpera National Interest di beşeke raportê de wiha dibêje: ‘Di pêvajoya serxwebûna Kurdistan de dibe ku pirsgirêk jî derkevin. Berpirsê Navenda Lêkolînên Pêşxistina Kurdistanê Sero Qadir ragihand ku pêwendiya referandûmê bi serxwebûna Kurdistanê re heye; lê bi baweriya wî dikarin bêyî referandûmê jî serxwebûna xwe ragihînin.’

‘40 welat dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin’
Sero Qadir ji National Interest re gotiye: ‘Dema Serok Barzanî behsa referandûmê dike, divê hemû aliyên siyasî yekdeng bin. Wê hingê Serok Barzanî dikare pir bihêztir ligel Iraq û civaka navneteweyî tevbigere. Sala 2016an dê Kurdistan serbixwe be û dê 3 welatên wekî Îsraîl, Erebistana Siûdî û Fransa bi awayekî fermî dewleta kurdî nas bikin. Tê pêşbînîkirin 40 welatên din jî dê piştgiriyê bidin serxwebûna Kurdistanê.

‘Serxwebûna Kurdistanê ne li dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye jî’ National Interest li ser zimanê Serokê berê yê Parlemantoya Kurdistanê û Fermandarê Pêşmerge Kemal Kerkûkî dibêje: ‘Diyarkirina çarenivîsê mafekî suriştî ye. Hemû qanûnên navneteweyî, danezanên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan pesend dikin ku mafê her neteweyê bi diyarkirina çarenivîsa xwe heye.’

Kemal Kerkûkî ji National Interest re ragihandiye: ‘Serxwebûna Kurdistanê ne li dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye jî. Îdiaya Bexdayê ne rast e, ji ber ku qanûna bingehîn a Iraqê eşkere dibêje ku pêkhateyên Iraqê bi rizamendiya xwe dikarin di çarçoveya Iraqê de jî bimînin û dikarin jê veqetin jî.’

Jêder: Sputnik News

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …