Newsweek: ‘Dûr an jî nêzîk Kurdistan wê ava bibe’

Kovara amerîkî ya Newsweekê derbarê şer û pevçûnên li Sûriyayê de raportek weşand û diyar kir ku li Rojhilata Navîn peymaneke nû ya Sykes-Picotê amade dibe û dewleta kurdî dûr an jî nêzîk dê ava bibe.

Kovara Newsweekê ragihand ku li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê dike û bal kişand hinek senaryoyên siyasî.

Raporta Newsweekê diyar kir ku Tirkiya dê ziyanê bibîne û got: ‘Erdogan van rojên dawîn hewl dide ku hegemonyaya Tirkiyayê xurt bike; lê şerê wî yê li dijî kurdên Rojava dê ziyanê bigihîne xewna wî. Hemû liv û tevgerên wî ji ber wê tirsê ye ku herêmeke kurdî pêk neyê.’

Raport kurdan wekî mutefiqê herî baş ê Amerîkayê bi nav dike, dibêje ku Rûsya û Îsrayîl jî piştgiriyê didin hêzên kurd û van tesbîtên balkêş tomar dike: ‘Ev guherînên li Rojhilata Navîn nîşan didin ku kurd di pêvajoya dîrokî de rastî zilm û bêedaletiyeke mezin hatine. Ji ber ku îro li ser rûyê cîhanê gelê herî mezin ê bêdewlet tenê kurd in.’

Newsweek derbarê dewleta kurdî de pêşbîniyeke wiha pêşkêş dike: ‘Kurd dûr an jî nêzîk dê dewleteke serbixwe ava bikin. Heke gelên Kosova û Sûdana Başûr dikaribin welatên xwe bi rê ve bibin çima kurd serbixwe nebin? Divê bê zanîn ku piştî damezrandina dewleta kurdî hinek nakokî û tifaqên nû dê derkevin holê. Bi taybetî jî dewletên Îran û Tirkiyayê dê peymanên nû girêdin ku Kurdistana mezin pêk neyê. Ji ber ku piraniya gelheya kurd di van her du welatan de dijî. Di navbera alîgirên Esad û kurdên Rojava de jî dibe ku şerekî biçûk pêk were.’
Jêder: Sputnik News

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …