Şandeya Îmralîyê bi Barzanî re hevdîtin kir

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partîyê qonaxa yekemîn a hevdîtinên xwe tên li Başûr qedandin.

Bi dûv hevdîtinên bi Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî re, şandeyê berê xwe da Silêmanîyê.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li Hewlêrê di asta bilind de hevdîtinan kirin.

Şandeyê di 16ê sibatê de bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civîya.

Hevdîtin li ofîsa Barzanî ya li navçeya Pîrman pêk hat û saetek û 45 deqeyan dom kir.

Ofîsa Barzanî di daxuyanîya piştî civînê de qala naveroka hevdîtinê kir.

Di daxuyaniya de  ve hatin gotin: “Di hevdîtinê de heyeta mêvan nêrînên xwe yên li ser rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê û hûrgilî û encamên hevdîtinên xwe yên bi birêz Abdullah Ocalan re anîn ziman. Her wiha Heyeta Îmraliyê di hevdîtinê de naveroka peyama Birêz Abdullah Ocalan jî gihand Barzanî.”

Desteka Barzanî ya ji bo proseya dawî ya Îmrali di navenda wê de ye, wiha di daxuyanîyê de cî girt:

“Pêwîste hemû alî hewlên xwe li ser wê yekê kom bikin ku pêvajoya heyî bigihe encamê.”

Piştî vê hevdîtinê, di 17yê sibatê de Şandeya Îmralîyê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtinekê kir.

Daxuyanîya Şandeya Îmralîyê

Bi dûv vê hevdîtinê re, şandeyê daxuyanîyekê da çapemenîyê.

Hevserokê Giştî ya DBPê Keskîn Bayindir li ser navê şandeyê wiha axivî:

“Nêçirvan Barzanî anî ziman ku ew ji pêvajoya nû ya ku hewl tê dayin bê meşandin, bi hêvî ye û ji bo rêveçûna pêvajoyê jî amade ye bi her awayî piştgiriyê bide. Em piştgiriya hêzên Kurdistanî ya ji bo pêvajoyê gelekî girîng û hêja dibînin.”

Bi dûv bidawîkirina hevdîtinên li Hewlêrê, Şandeya Îmralîyê wê biçe bajarê Silêmanîyê.

Şandeyê wê bi  bi serokê YNKê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî re jî bicive.

Şandeya Îmraliyê ji van endaman pêk tê: Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.

Infowelat

————————————

Foto: Hevdîtina Mesûd Barzanî û Şandeya Îmraliyê/ANF 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …