Weimar qonaxeke giring a dîroka Almanyayê ye

Komara Weimarê yek ji qonaxeke girîng a di riya Almanyaya demokratîk û federal de ye.

Meclîsa Weimarê di nava vê bê bêaramiyê de kom bû û xwest bi riya hin reforman dewleta heyî biparêze.

Bingehên Komara Weimarê bi destûra bingehîn a ji aliyê sosyologê navdar Max Weber, akademîsyen Hugo Preuss û siyasetmedar Friedrich Naumann ve hat amadekirin.

Komara Weimarê yek ji qonaxeke girîng a di riya Almanyaya demokratîk û federal de ye.

Meclîsa Destûra Bingehîn a Alman, ji bo modela siyasî ya Almanyayê di 6ê sibatê 1919an de de li bajarê Weimarê kom bû.

Endamên meclîsê di civînan de li ser esasên Komara Weimarê ku di 1918’an de hatibû avakirin, li hev kirin.

Almanyaya di Şerê Cîhanê yê I. de têk çûbû, bi gelek problemên siyasî û aborî re rû bi rû bû.

Almanya bi Peymana Versaillesê % ji 13 yê erdên xwe winda kiribûn û neçar hatibû hiştin mesrefên ji bo zirarên şer bide welatên serkeftî.

Di şer de 2 milyon alman jiyana xwe ji dest dabûn û hukumeta alman êdî nema dikaribû ji bin vî barê giran rabûna.

Karkerên alman ji bo şoreşeke sosyalîst ketibûn nava tevgerê û li bajarê mezin grevên mezin dihatin lidarxistin.

Di bihara 1919an de êdî li paytext Berlinê di navbera hêzên rejîmê û serhildêran de şerên kolanan pêk dihat.

Meclîsa Weimarê di nava vê bê bêaramiyê de kom bû û xwest bi riya hin reforman dewleta heyî biparêze.

Bingehên Komara Weimarê bi destûra bingehîn a ji aliyê sosyologê navdar Max Weber, akademîsyen Hugo Preuss û siyasetmedar Friedrich Naumann ve hat amadekirin.

Forma sereke ya hukumetê ji serok, serokwezîr (Şansolye) û parlamentoyekê (Reichstag) pêk dihat.

Komara Weimarû ji 22 eyaletan pêk dihat. Erkên parlamentoyê hatibûn zêdekirin û hemû partî bi rengekî demokratîk dihatin temsîlkirin. /Wikipedia

Adorno û Einstein

Fîlozofên wekî Theodor Adorno û Herbert Marcuse, fîzîknas Albert Einstein û gelek zanyarên alman di vê demê de derketin holê.

Ji bo endamên parlamentoyê wê hilbijartinên demokratîk bihatana lidarxistin.

Jin jî wê tevlî mêran bikaribûna di hilbijartinan de dengên xwe bi kar bianîyana.

Komara Weimarê ku bi tenê 15 sal dom kir îstikrareke siyasî û hin pêşketinên civakî bi xwe re anî.

Fîlozofên wekî Theodor Adorno û Herbert Marcuse, fîzîknas Albert Einstein û gelek zanyarên alman di vê demê de derketin holê.

Komara alman di 1933’an de bi serokwezîriya Adolf Hitler hat bidawîkirin.

Infowelat

———————————

Foto: Ala Almanyayê 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …