6,000 kes li Welatê Galê ji bo serxwebûnê meşîyan.
Ji sala 2019an û vir ve li Welatê Galê meşên ji bo serxwebûnê tên lidarxistin.
Meşeke din a ji bo serxwebûnê li Welatê Gal hat lidarxistin.
Li derdora 6,000 kes tevlî meşa li bajarê Barryê bûn.
Pêşengîya meşa di 26ê nîsanê de hat lidarxdistin ji alîyê YesCymru ve hat kirin.
Ji sala 2019an û vir ve li Welatê Galê meşên ji bo serxwebûnê tên lidarxistin.
Berpirsê YesCymruyê Phyl Griffiths li ser çalakîyê wiha axivî:
«Tiştê ku îro em dibînin helwesta li seranserê Welatê Galê temsîl dike. Gel ji bo guherînê amade ne û serxwebûn êdî ne fikreke marjînal e. Ev, bersiveke cidî û hêvîdar a li hemberê sîstemeke hilweşîyayî ye.»
Keira Marshall ku namzetê partîya serxwebûnxwaz Plaid Cymru ye, lîderê berê yê Plaid Cymru Leanne Wood û ji tevgera serxwebûna Katalonyayê Anna Arqué i Solsonayaya jî di çalakîyê de axaftin kirin.
Rapirsîyeke meha borî ya YesCymruyê nîşan dide, 41 ji % hilbijêran alîgirên serxwebûnê ne.
Desteka ji bo serxwebûnê di nava temenê 25-34an de digijîje 72 ji %.
Ku der e Welatê Gal?

Welatê Gal (bi zimanê galî Cymru) herêmeke xweser a bi ser Brîtanyayê ve ye.
Nifûsa Galê di ser 3 milyonî re ye û berfirehbûna wê bi qasî 20 hezar km2 ye.
Li Welatê Galê ligel îngilîzî zimanê galî xwedî statuya fermî ye.
Welatê Gal di di 1999an de ligel Skotland û bakurê Îrlandayê bû welatekî otonom.
Infowelat
———————————————–
Foto: Meşa serxwebûnê ya li Barryê/Ycymro.cymru/