A.Rahman Çelîk
Foruma Rojhilata Navîn ji bo Rojava nameyek ji serokê Amerîkayê Joe Biden re şand.
Forumê di nameye de ji Biden daxwaz kir, destekê bide QSDê û pêşiya dagirkeriya Tirkîyeyê bigire.
Saziya amerîkî Middle East Forum (Foruma Rojhilata Navîn) ji bo Rojava, nameyek ji serokê Amerîkayê Joe Biden re şand.
Forumê bang li Biden kir ku piştevaniyê bide Hêzên Demokratîk ên Sûriyê QSDê.
Di nameyê de hat destnîşan kir, ji bo rêveberiyeke aştiyane û berfireh a li Sûriyê pêk were Amerîka têkeve nav hewldanan.
Hevoka “ji bo em fikarên derbarê amadekariyên çeteyên Tirkîyeyê yên li derdora Kobaniyê bînin ziman dinivîsin.
Wiha berdewam kir:
“Eger pêşiya dewleta tirk neyê girtin, wê êrîşên hewayî li sivîlên herêmê bikin û wan bidin ber topan û ji bo dagirkirina Sûriyê ji xwe re derfetê çê bikin.
Daxwazên ji Biden
Forûmê daxwazên ji Joe Biden weha rêz kir:
-Piştevaniyeke teqez bidin QSDê.
-Eger agirbesteke mayînde qebûl neke, tedbîran dayînin ser Tirkiyê û dewleta tirk ji sûcên şer ên çeteyên wan berpirsiyar bigirin.
-Kêmarên Sûriyê yên kurd, xristiyan û elewîyan ên di bin xetereyê de biparêzin.
-Heta ku HTŞ rûmetê nede mafên kêmaran û jinan bila ji lîsteya terorê dernexe.
Sazîyên nameyê îmze kirin
Name ji alîyê van sazîyan hat îmzekirin:
- American Friends of Kurdistan (Dostên Kurdistanê yên Amerîkan)
- American Syriac Union (Yekîtiya Suryanî ya Amerîkan)
- American Mideast Coalition for Democracy (Koalisyona Rojhilata Navîn A Demokrasiyê ya Amerîkan)
- Armenian National Committee of America (Komîteya Netewî ya Ermenî ya Amerîkan)
- Hellenic American Leadership Council (Konseya Serokatiyê Ya Helen Amerîkan)
- In Defense of Christians (Parastina Xristiyanan)
- Israeli-American Civic Action Network (Tora Çalakiya Sivîl ya Îsraîl Amerîkan)
Infowelat
———————————————
Foto: Joe Biden/Medyaya Civakî