Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê got, ew dixwazin pêşiya dagirkirina Rojava ya ji alîyê Tirkîyeyê ve bigirin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî got, wê leşkerên amerîkî ji Rojava dernekevin.
Di dojên dawî de gefên Tirkîyeyê li ser li ser Rojava zêde dibin.
Erdogan Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bi daxuyanîyan gefên dagirkirinê li Rojava dixwin.
Her du siyasetvanên ji bo dijminahîya kurdan israrê dikin, dibêjin “eger kurd li Sûriyê destkeftiyan bi dest xin, em ê herêmên wan dagir bikin.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û wezîrê parastinê Lloyd Austin di vê mijarê de daxuyanîyekê dan.
Antony Blinken di daxuyanîya çapemenîyê de got, ew hewl didin pêşî li Tirkîyeyê bigirin da ku Rojava dagir neke.
Blinken gotinên xwe wiha domandin:
“Em naxwazin dewleta tirk êrîşî Rojava bike. Ji bo çareseriyê em pêşniyar dikin ku “şervanên biyanî” ji Sûriyê vekişin. Pevçûneke li Rojava wê bi kêrî tu aliyan neyê.”
Antony Blinken destnîşan kir, mafê kurdan jî heye di avakirina Sûriyê de cî bigirin û gotina xwe weha dewam kir, got: “Ji bona pevçûn derneyê û em ewlekariya Kurdan vê gotina ku dile kurdan xweş bike kir:
““Ji bo pevçûn derneyê û em ewlekariya kurdan pêk bînin, em dixebitin.”
Artêşa Amerîkayê li Rojava dimîne
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî li ser DAÎŞ’iyên li Rojava tên girtin daxuyanî da.
Lloyd Austin got:
“Ji ber sedema DAÎŞê pêwîst e Amerîka hebûna leşkerên xwe ya li Rojava dewam bike. Bi deh hezaran DAÎŞî li vê herêmê tên girtin. Lazim e em ewlekariya van girtîgehan dewam bikin.”
Austin da zanîn, eger Rojava bê parastin bê hiştin û van DAÎŞ’iyan ji girtîgehan bifilitin, dîsa wê biçin tevî çeteyan bibin û hêza xwe xurt bikin.
Infowelat
————————————
Foto: Antony Blinken û Lloyd Austin/Peyama Kurd