Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte wê bibe sekreterê-giştî yê NATOyê.
Rutte wê di civîna sefîrên NATOyê ya di rojên pêş de an jî di civîna lîderan de wekî sekreterê-giştî yê NATOyê bê wezîfedarkirin.
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte wê bibe sekreterê-giştî yê NATOyê.
Rêya Rutte ya ber bi serokatîyê ve piştî serokê Romanyayê Klaus Iohannis ji pêşbirkê vekişîya, vebû.
Iohannis diyar kir, Romanya destekê dide namzetîya Rutte.
Çav li rêye, Rutte di civîna sefîrên NATOyê ya di rojên pêş de an jî di civîna lîderan de wekî sekreterê-giştî yê NATOyê bê wezîfedarkirin.
Dema ev pêk were, Mark Rutte wê di 1ê cotmehê de bi fermî dest bi karê xwe yê nû bike.
Roja sêşemê Hûngarya vetoya xwe ya li hember namzetîya Rutte vekişandibû.
Di berdêla vê de Rutte soza nivîskî dabû ku wê ji bo destekê bide Ukraynayê zorê li Hûngaryayê neke.
Mark Rutte bi mehane xwe ji bo sekreterîya-giştî ya NATOyê amade dikir.
Gelek endamên rêxistinê ku di nava wan de Amerîka û Almanya jî hene, destekê didin namzetîya Rutte.
—————————————————
Foto: Mark Rutte
Infowelat