Belçîka 8ê adarê pîroz kir

8ê adarê wekî li gelek welatan li Belçîkayê jî hat pîrozkirin.

Bruksel, Gent, Liege, Charleroi û Antwerpen bi beşdarîya ji bo pîrozbahîyan derketin pêş.

Bandora polîtîkayên aborî-civakî yên hikumeta federal a li ser jinan di fokûsa bernameyan de bû.

Roja Jinan a Cîhanî li Belçîkayê bi girseyî hat pîrozkirin.

Bruksel, Gent, Liege, Charleroi û Antwerpen bi beşdarîya ji bo pîrozbahîyan derketin pêş.

Çalakîya herî mezin, wekî hersal dîsa li paytext Brukselê lidarxistin.

Bi hezaran jin ji bo bernameya 8ê adarê li Meydana Albert a navenda bajêr kom bûn.

Pêşengîya bernameyê ji alîyê însîyatîfa femînîst û tevgera antî-kapîtalîst ve hat kirin.

Li meydanê “gundê femînîst” hat avakirin ku ji standên jinan pêk dihat.

Gelek sazîyên jinan û sazîyên din ên xwedî sivîl yên alternatîf di van standan de xebatên xwe dan naskirin.

Paşê, saet di 15:00 an de meşeke mezin ku gelek sazîyên jinan tevlî bû, hat lidarxistin.

Îsal, guherîna polîtîkaya welêt a ber bi serdestîya partîyên rastgir de, mora xwe li naveroka çalakîyan xist.

Pîrozbahîya 8ê adarê ya li Brukselê

Hikumeta federal hat rexnekirin

Di bernameyên cîhêreng ên wekî panel, axaftin û performansên hunerî de polîtîkayên hikumetê yên li hemberê kedê hatin rexnekirin.

Bandora polîtîkayên aborî-civakî yên hikumeta federal a li ser jinan di fokûsa bernameyan de bû.

Bi taybetî, plana guherîna saetên kar a ji bo xatirê sektora kar, rastî mixalefeta jinan hat.

Sazîyên jinan dîyar kirin, plana hikumetê wê herî zêde li ser karên ne domdar bike ku piranî jin dikin.

Herwiha, plana kêmkirina meaşên teqawidbûnê bi tundî hat rexnekirin.

Parazvanên mafên jinan ji dewletê daxwaz kirin, kurtaja bi dilxwazî ji destura bingehîn derbixe, têkoşîna li dijî hemû formen şîdeta zayendî xurt bike û mafên penaberan nas bike.

Infowelat

——————————————-

Foto: Meşa jinan a 8ê adarê ya li Brukselê. “Têkoşîn ji bo Wekhevîyê (Pankarta bi zimanê holandî)

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …