Ewrûpa seferberîya parastinê da destpêkirin

A.Rahman Çelîk

Amerîka dixwaze xwe ji parastina Ewrûpa û Ukraynayê dûr bixe.

Vê yêkê fikarên welatên Yekîtiya Ewrûpayê yên li hemberî Rûsyayê mezin dike.

Lîderên welatên endam ji bo piştevaniya Ukraynayê û xurtkirina parastinê hatin gel hev.

Lîderên welatên endam ên Yekîtiya li Brukselê hatin gel hev.

Mijara vê civîna bilind piştevaniya Ukraynayê û xurtkirina parastinê bû.

Lîderan ji bo vê meseleya germ 5 têgeh dîyar kirin.

Di danezana encamê de şerê Rûsya-Ukraynayê ji bo Ewrûpayê wekî şerê man û nemanê hat ravekirin.

Loma ji ber bê rewşê, li ser seferberiya parastinê hat lihevkirin.

Yekîtiya Ewrûpayê biryar da ku xerckirinên parastinê zêde bikin.

Biryar ji aliyê hemû welatên endam ve hatin pesendkirin.

Li gorî vê, welatên endam ji bo pêşxistina qabîlîyeta xwe ya parastinê wê bikaribin ji fonekê hatîye dîyarkirin deyn bikin.

Fona 150 mîlyar euro

Fona parastinê ya ji 150 milyar euroyan pêk tê, wê ji bazara sermayayê bê peydekirin.

Berîya civînê jî, Komîsyona Ewrûpayê planeke parastinê ku ji 800 milyar euroyan pêk dihat, ragihandibû.

Yek ji mijareke din a li ser hat lihevkirin peymanên welatan endam ên bi Ukraynayê re ne.

Bi formûla “koalîsyona daxwazê” rêya alîkarîya ji bo Ukraynayê di asta peymanên dualî de bi tevahî hat vekirin.

Bi vê rêbazê daxwaz ev e, ji bo mixalefeta welatên wekî Hûngarya û Slovakya a di vê mijarê de çare bê dîtin.

Yekîtiya Ewrûpayê dide zanîn, ji bo ewlekariya parzemînê pêdivî bi alavên pêwîst û fînansmanê heye.

Girêdana stratejîk a bi Amerîkayê re

Herwiha, welatên endam li hev kirin ku girêdana xwe ya stratejîk a bi Amerîkayê kêm bikin.

Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku Ewrûpa wê mesrefên ewlehî û parastinê bi awayê berbiçav zêde bike.

Danezanê NATO jî wekî bingeha parastinê destnîşan kir.

Lîderên welatên Yekîtiyê di 20 û 21ê adarê û di 26 û 27ê hezîranê de, dîsa wê ib heman mijarê li Brukselê werin cem hev.

————————————

Foto: Ala Yekitîya Ewrûpayê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …