Dadgeha Gelan Tirkîyeyê didarizîne

A.Rahman Çelîk

Dadgeha Gelan a Mayînde sûcên dewleta Tirk didarizîne

Dadgeh di 5 û 6ê Sibatê de wê li Brukselê rûniştina 54. li dar bixe.

Di vê rûniştinê de, li ser sûcên Tirkîyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê bê rawestandin.

Dadgeha Gelan A Mayînde ji bo sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkîyeyê yên li Rojava bidarizîne rûniştina 54. li dar dixe.

Rûnistin di 5 û 6ê sibatê de li Zanîngeha Azad a Brukselê (VUB) wê were lidarxistin.

Dadgeh wê mijarên wekî ji ciyûwarkirina gelê herêmê, bikaranîna çekên qedexe, îşkence û tunekirina mîrasa çandî bixin dest.

Di vê rûniştinê de, bi taybetî jî wê li ser sûcên dewleta Tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê yên li Rojava pêk anîne bê rawestandin.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji sala 2018yan û vir ve êrîşên li ser Rojava zêde kirine.

Armanca Dadgeha Gelan A Mayînde

Dadgeha Gelan A Mayînde ji aliyê gelek rêxistin û saziyan ve tê organîzekirin û gelek rêxistinên sivîl û siyasî destegê didin.

Armanca dadgehê ev e ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê û vir ve sûcên Tirkîyeyê yên li hemberê Rojavayê Kurdistanê teşhîr bike.

Dadgeh hewl dide bi beşdariya şahid û mexdûran, dokumanên tên pêşkêşkirin û bi nirxandinên pisporan heqîqetê derxîne holê.

Jurîya dadgehê di vê çarçoveyê de wê berê ewil biryareke kurt bide paşê biryara berfireh tê eşkerekirin.

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

KNK: Kurdistan yek welat e

Komîteya Diplomasiya Hevbeş a KNKê  civîna xwe ya 31. li dar xist. Di dawîya civînê …