ANC piranîya li parlamentoyê winda kir

Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC)  serdestiya xwe ya di parlamentoyê de winda kir.

ANC’ê ji 400 kursiyên parlamentoyê, 159 kursî bi dest xistin.

Partiya mûxalefeta serekeTifaqa Demokratîk 87 kursî bi dest xistin.

Partîya populîst uMkhonto weSizwe jî 49 kursî bi dest xistin.

ANC piştî hilbijartinê careke din dixwaze hukumetê ava bike û ji bo vê bi partîyên din re hevdîtinan dike.

ANC ji destpêka demokrasî û vir ve heta niha li Afrîqaya Başûr li ser kar e.

Nelson Mandela û rejîma rasîst di 1994an de li hev kiribûn û di vê salê de Afrîkaya Başûr derbasî demokraîyê bûbû.

Afrîka Başûr bi 62 milyon nifûsa xwe welatekî mezin ê Afrîkayê ye. ji % 81ê nifûsê afrîkîyên resen in. /Wikipedia

Afrîqa Başûr li parzemîna Afrîkayê xwedî aborîya herî mezin a duyemîn e lê tevî jî afrîkîyên resen di şertûmercên xizanîyê de dijîn.

Rêjeya bêkarîyê di nava  afrîkîyên resen de gelek bilind de û ji bo vê rewşê polîtîkayên ANCê tên rexnekirin.

——————————

Foto: Ala Afrîkaya Başûr 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …