Li Bolîvyayê Che Guevara hat bi bîr anîn

Hevalê gerîlayê ji Arjantînê Ernesto Che Guevara, Juan Martin Guevara di 8’ê Çiriya Pêşîn de ji bo bîraninê çû gundê La Higuerayê ku 46 sal berê Che li wir hatibû kuştin.

Bîranîna Che bi ziyaretkirina gorên çend gerîlayên ku li Vallegrandayê bû, dest pê kir û paşê bi meşa heta La Higuerayê berdewam kir. Her sal gelek kesên ji Kuba, Bolîvya û Arjantînê tên herêma ku di 9’ê Çiriya Pêşîn a 1967’an de Che ji aliyê artêşa Bolîvyayê hatibû kuştin û bi armanca bîranîna roja kuştina şoreşgerê mezin, ji Vallegrandeyê heta La Higuerayê dimeşin.

Martin Guevara di bîranîna li Vallegrandeyê ji çapemeniyê re da xuyakirin ku ji ber ku Che li vê herêma Bolivyayê bûye kulteki olî, ew matmayî maye. Guevara da zanîn ku  “fîgura Che ya li vê herêmê ji aliyên din ên Bolîvyayê cûdatir e” û  got ku li vir ji bo Che findan (mûm) vêdixin û ji wî daxwaza mûcîzeyan dikin.

Li ser heman tirbeya li Vallegrandeyê ji aliyê balyozê Arjantînê yê Bolîvyayê Ariel Basteir jî  merasîmekê bîranînê hat organîzekirin.

Gundê La Higuerayê li nav çiyayên başûrêrojavayê Bolîvyayê cî digire û Che li vir di encama şerekî de ji aliyê leşkerên bolîvyayî dîl hatibû girtin. Rojekê piştî vê bûyerê,  çawişekî artêşa Bolîvyayê Mario Teran li dibistana gund Che Guevara kuştibû.

Juan-Martín-Guevara3 copy

30 sal piştî kuştina wî, di 1997’an de bermahiyên laşê Che ji aliyê hikumeta Kubayê hat girtin û bi merasîmeke girseyî li bajarê Santa Clarayê ya li navenda Kubayê ku Che li wir artêşa dîktator  Fulgencio Batista têk biribû, hat veşartin.

Ernesto Che Guevarayê ku di 1928’an de li bajarê Rosario ya li Arjantînê hat dinê, siyasetmedar, nivîskar, rojnameger û doktor bû û tevlî Fîdel Castro fermandar û îdeologê şoreşa Kubayê bû. Piştî serkeftina şoreşê ya li Kubayê, Che xwestibû bi riya şerê çekdarî li hemû welatên Amerîkaya Latîn şoreş pêk werin û ji bo vê armancê tevlî komeke biçûk ê şoreşgeran li Bolîvyayê dest bi şerê çekdarî kiribû.

Çavkanî:

www.lainformacion.com

www.telesurtv.net

http://www.metroecuador.com.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …