Pirtûkeke din a li ser xweseriyê hat weşandin

 

 

Pirtûkeke din a lêkolînerê ji Îtalyayê Thomas Benedikter a bi navê Modern Özerklik Sistemleri (Sîstemên Modern ên Xweseriyê) li Tirkiyeyê hat weşandin. Bi vê pirtûka ku ji aliyê Weşanxaneya Nika ya li Enqereyê hat weşandin, heta niha sê pirtûkên ku ji aliyê Benedikter ve hatine nivîsandin an edîtoriya wan hatine kirin li Tirkiyeyê gihîşt ber destê xwendevanan.

Di vê pirtûka ku ji şeş beşan pêk tê li ser xweseriya modern a li hemû aliyên cîhanê, konsepta û pêdiviya xweseriyê bi berfirehî hatiye sekinandin. Beşa yekemîn a bi sernivîsa Çareserkirina Pevçûnên Etnîk a bi riya xwe-rêvebirinê de wekî destpêk hatiye amadekirin û di vir de bi kurtahî li ser rola xwe-rêvebirinê ya li ser pevçûnên etnîk hatiye vegotin. Beşa duyemîn a bi sernivîsa Konsepta Xweseriya Polîtîk li ser dîrok, form bingeha hiqûqî, çarçoveya sazîbûnê û krîterên bingehîn ên ji bo diyarkirina xweseriya terîtoryal hatiye sekinandin. Di beşa sêyan de di derbarê herêmên xweser ên cîhanê de di beşa çaremîn de jî di bin sernivîsa Formên Taybet ên Xweseriyê de qala hin herêmên ji aliyê xweseriya xwe ve ji herêmên din ên xweser vediqetin agahî hatine dayîn. Di beşa pêncemîn de ji mijarên di beşên din de hatine dayîn hin encam tên derxistin. Di nava encamên hatine derxistin de yên herî girîng standardên xweseriya terîtoryal û faktorên ku ji bo serfiraziya xweseriya terîtoryal pêwîst in. Di beşa dawiyê de jî pêdiviya naskirina mafê xweseriyê ligel rastiya bi tecrûbeyên heta niha derketine holê hatiye tê nîqaşkirin.

benedikter

Lêkolîner Thomas Benedikter di roja weşandina pirtûkê de daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de dîtinên xwe yên ku bi giranî di derbarê çareserkirina problema kurd de bû anî ziman. Di daxuyaniya bi sernivîsa “Naskirina mafê xweseriya kurdan” hat weşandin de Benedikter got ku xweserî ji bo çareserkirina problema kurd a li Tirkiyeyê pêwîst e. Benedikter di daxuyaniyê de qala pirtûkên xwe yên berê ku ji aliyê Weşanxaneya Aramê hatibûn weşandin jî kir û diyar kir ku ji ber ku li Amedê li dijî Weşanxaneya Aramê û wî doz hatiye vekirin ew xemgîn bûye.

Benedikter di daxuyaniyê de ji Tirkiyeyê û Yekitiya Ewropayê ji bo qebûlkirina xweseriya kurdan daxwazan kir û wiha dom kir: “Îro Tirkiye divê ji bo têkiliyên xwe yên bi kurdên ku li hemû aliyan bi awayekî kevneşopî dijîn bingeheke nû amade bike. Bihevnebawerbûn, cûdaxwaziya siyasî û çandî û zexta bi şîdet a 90 salan divê bê bidawîkirin. Niha dema guherandina Destûra Bingehîn a Kemalîst a 1923’an e ku bi vî awayî wê riya naskirina fermî ya gelê kurd ê li Tirkiyeyê bê vekirin. Xweseriyeke terîtoryal a modern a demokratîk ligel standardên navneteweyî û li ser temînatan hatiye damezrandin ku wekî ku li 10 dewletên ewropî ji demeke dirêje dixebite, dikare ji bo vê pevçûna hişk bibe çareseriyeke demokratîk a domdar. Ez di heman demê de bang li Yekitiya Ewropa (YE) dikim ku vê mijarê têxe nava rojeva sereke yê li ser maseya muzakereyê ya ji bo têketina Tirkiyeyê ya YE’yê.”

Yek ji mijarên Benedikter li ser sekinî jî rewşa li Rojava bû û lêkolîner di vî warî de ji van pêşniyazên kir: “Divê Tirkiye bilez blokaja xwe betal bike. NATO divê wekî ku di 1991’an de ji bo berjewendiyên nifûsa kurd li Bakurê Iraqê pêk anî, destûrê bide ji bo avakirina herêmeke ji firînê re qedexe ya li bakurê Sûriyeyê. Navenda leşkerî ya NATO’yê ya li Încîrlîkê ku nêzîkê herêmê ye, bi armanca tedbîrên parastinê ji bo nifûsa sivîl a Rojava û di dawiyê de jî ji bo hemû Sûriyeyê dikare bibe ciyekî pir mikemel. Di dawiyê de, Tirkiye û DYA divê bi armanca beşdariya saziyên demokratîk ên li Rojavaya Xweser ji bo hevdîtinên aştiyê yên li Cenevê, dev ji pozîsyona xwe ya niha berdin.”

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …