Li Ûkraynayê zextên li dijî Rûsî berdewam in

Li Ûkraynayê zextên li hemberê bikaranîna zimanê Rûsî berdewam dike.

Xarkov (bi zimanê Ûkraynî Xarkîv) bajareke Ûkraynayê ye ku cudaxwaziya ziman lê pêk tê.

Berhemên wêjeya Rûsî hema hema her roj di sergoyan de kom dibin û paşê ji piraniya van sergoyan kaxizên tuwaletê tê çêkirin.

Li Ûkraynayê zextên li hemberê bikaranîna zimanê Rûsî berdewam dike.

Xarkov (bi zimanê Ûkraynî Xarkîv) bajareke Ûkraynayê ye ku cudaxwaziya ziman lê pêk tê.

Ev bajarê li rojhilatê welêt, nêzîkî sînorê Rûsyayê ye û piraniya xelkê wê bi zimanê Rûsî diaxive.

Ji dema êrişa Rûsyayê ya bi ser Ûkraynayê û vir ve zextên li dijî zimanê Rûsî li vê bajarî zêde dibe.

Dijberiya li hemberê Rûsî li hemû aliyê Ûkraynayê cara ewil di 2014’an de dest pê kiribû.

Rûsya di vê salê de Kirimê îlhaq kiribû û paşê serhildêrên Rûsîaxêf herêma Donbasê dagir kiribûn.

Ji wê rojê û pê ve, bi desteka rêvebiriya Ûkraynayê zextên li hemberê Rûsî derket asta herî bilind.

Polîtîkaya cudaxwaz a ziman li bajarên Ûkraynayê û bi taybetî jî li Xarkovê di jiyana rojane de pêk tê.

Berhemên wêjeya Rûsî hema hema her roj di sergoyan de kom dibin û paşê ji piraniya van sergoyan kaxizên tuwaletê tê çêkirin.

Navên Rûsî yên kolanên bajêr tên guherandin û navên Ûkraynî li kolanan tê kirin.

Ji vê kampanyaya asîmîlasyona ya berfireh metbexa Rûs jî para xwe digire,

Navên xwarinên bi Rûsî bi yên Ûkraynî tên guherandin.

Qadeke din a hewldanên belavkirina zimanê Ûkraynî perwerdeye.

Di çarçoveya projeya Yedini de, tevlî Xarkovê li 20 bajarên Ûkraynayê heftane 50 saet dersa bê pere ya Ûkraynî tê dayîn.

Kesên bi zimanê Rûsî diaxivin di vê atmosfera şer de nikarin doza mafên xwe yên ziman bikin.

Polîtîkaya ziman û qada hiqûqî

Di 2022 de jî Ûkrayna bi qanûneke din, weşana duzimanî ya rojnameyên neteweyî bi tevahî qedexe kiribû.

Di Hezîrana 2023’an de jî Parlamentoya Ûkraynayê qanûneke ku anîna pirtûkên edebiyata Rûsî ya ji Rûsya û Belarûsê qedexe kiribû, qebûl kiribû.

Aliyekî din a polîtîkaya zextan a li dijî zimanê Rûsî jî di qada rojnamevaniya bi zimanê Rûsî de pêk tê.

Hukumeta Ûkraynayê di 2019’an de di çapemeniyê de bikaranîna zimanê Rûsî bisînor kiribû.

Qanûn li rojnameyên neteweyî ferz kiribû bi duzimanî (Ukraynî-Rûsî) weşanê bikin.

Xarkov/Xarkiv bajarekî li ser sînorê Ûkrayna-Rûsyayê ye. Piraniya xelkên li bajêr bi zimanê Rûsî diaxive. /Harite:Wikipedia

Di 2022 de jî Ûkrayna bi qanûneke din, weşana duzimanî ya rojnameyên neteweyî bi tevahî qedexe kiribû.

Di Hezîrana 2023’an de jî Parlamentoya Ûkraynayê qanûneke ku anîna pirtûkên edebiyata Rûsî ya ji Rûsya û Belarûsê qedexe kiribû, qebûl kiribû.

Lêbelê serokomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî bi sebeba ku hiqûqa Yekitiya Ewrûpayê binpê dike, qanûnê îmze nekiribû.

Foto: Bajarê Xarkov/Xarkivê. Dîmen: Wikipedia

 

 

 

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …