Li Pragê 10 hezar kes hukumetê protesto kirin

10.000 welatiyên çek li ji bo şermezarkirina hukumetê li Meydana Wenceslasê kom bûn.

Di çalakiyê de daxwaza hukumeta serokwezîr Petr Fiala hate kirin.

Li ewrûpayê ji ber bilindbûna buhayê enerjiyê hemû berhem buha dibin.

Ev jî dibe sebeba zêdebûna enflasyonê û bandoreke xerab li jiyana welatiyan dike.

Ji ber vê, ev du meh in li welatên endam ên Yekitiya Ewrûpayê protesto tên lidarxistin.

Ciyê protestoya dawî paytexta Komara Çek Prag bû.

Roja înê 10.000 welatiyên çek li ji bo şermezarkirina hukumetê li Meydana Wenceslasê kom bûn.

Çalakî li ser banga tevgera Ewil Komara Çek ve hate lidarxistin.

Ev tevger bi rasta radîkal a li vî welatî re têkildar e û dixwaze hukumetê ji ser kar daxe.

Di destpêka îlonê de jî li ser banga tevgerê li Pragê çalakiyek hatibû lidarxistin û bi qasî 70 hezar kes tevlî çalakiyê bûbû.

Komara Çek a xwedî 10.5 nifûsa xwe, di kampanyaya li dijî Rûsyayê yek ji welatê pêşeng ê.

Welatê ku niha serokatiya dorveger a Yekitiya Ewrûpayê dike, destekeke xurt a humanîter û leşkerî dide Ûkraynayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …