Di vê hejmarê de helbestên Maria Wine, Kurt Schwitters Vahe Godel, Maryam al-Attar û gelek berhemên din ên ji cîhanê hatine weşandin. Di heman hejmarê de helbesteke Ingrid Hoffman Sey a bi navê “Li Amedê” jî balê dikişine.
Kovara wergera helbestê LEWergerê gihîşt hejmara xwe ya 8an.
Wekî hejmarên berê, di vê hejmarê de jî gelek wergerên ji edebiyata cîhanê cî girtine.
Edîtorîya kovarê ragijandîye, ji vê hejmarê pê ve vê naverokê kovarê bê guherandin.
Edîtorî vê yekê wiha îzeh dike:
“Ji vê hejmarê pê ve em ê îcar tematîk bixebitin; naveroka hejmara bê helbestên jinan e, hejmara dîtir jî hez û eşq/evîn e û hejmarên piştre jî wê şer û şoreş, koçberî û sirgûn û hwd. bin.”
Herwiha, edîtorî dîyar dike wê di weşanên bê de suprîzek wan jî hebe.
Di vê hejmarê de helbestên Maria Wine, Kurt Schwitters Vahe Godel, Maryam al-Attar û gelek berhemên din ên ji cîhanê hatine weşandin. Di heman hejmarê de helbesteke Ingrid Hoffman Sey a bi navê “Li Amedê” jî balê dikişine.
Kovara LEWerger ji 4 mehan carekê tê weşandin û ji sala 2022an û vir ve weşana xwe didomîne.
Zimanê kovarê kurmancî ye lê bi zazakî û soranî çend werger tên weşandin.
Ji bo peydekirina LEWergerê vê lînkê bitiqînin.
Infowelat