Salvegera serkeftina Kroatya ya li Krajinayê

Sirbistan û Kroatya ji ber dijberiyên dîrokî dîsa hatin pêşberî hev

Kroatya ji bo salvegera serkeftina xwe ya li Krajinayê bernamayên bîranînê li dar xist

Sirbistana ku vê bûyerê wekî paqijiyeke etnîk qebûl dike, bîranînan wekî tehdîteke nû bi nav kir

Di salvegera 27. Şerê Krajiyanê de ku wekî Operasyona Bahozê tê pênasekirin, li paytexta Kroatya Zagrebê bîranînek hate lidarxistin.

Serokwezîrê Kroatyayê Andrej Plenkovic ligel endamên hukumetê tevlî vê bernameyê bû.

Plenkovîc got, “bi saya fedakeriya şervanên wê demê Kroatya serxwebûna xwe bi dest xist.

Çend roj beriya vê, şerê Krajinayê mijara bernameyeke din a li Sirbistanê bû.

Bîranîna li Sirbistanê

Bi mebesta bîranîna têkçûn û berdêlên giran ên li vê herêmê hatibûn dayîn, li bajarê Novî Sadê bernameyekê hate lidarxistin.

Serokê Sirbistanê Alexander Vucic di axaftina xwe ya di bîranînê de ji ber helwesta wê ya netewperest rêvebiriya Kroatyayê hişyar kir.

Herêma sirban a Krajinayê. Ev herêm di 1995’an de ji aliyê Kroatyayê ve hate dagirkirin.

Vucic got, ew ne li dûv tolhildanê û guherîna sînoran e lê eger welatekî êrişî wan bike ew ê bi serfirazî xwe biparêzin.

Şerê Krajinayê

Şerê Krajiyanayê di 1995’an de bi Operasyona Bahozê ya artêşa Kroatyayê dest pê kiribû.

Kroatya bi desteka leşkerî ya Almanya û welatên rojava, di 4ê tebaxê êrîşeke mezin biribû ser herêma sirban Krajinayê.

Di şerê 4 rojan de ev herêma di nava sînorên Bosnayê de hatibû dagirkirin.

Di şer de 600 kes hatibûn kuştin û 200 hezar sirbên sivîl terka herêmê kiribûn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …