Li Kolombiyayê proseya aştiyê pêş dikeve

Li Kolombiyayê bi serokatiya Gustavo Pedro re ji bo aramiya nava welêt gav tên avêtin

Hukumet li Venezuelayê bi rêxistina gerîla ELN’yê re dest bi muzakereyan kir

Kolombiyaya di bin rêvebiriya Gustavo Petro de ji bo aramiya herêmê û nava welat bi lez gavan davêje.

Hukumeta Petro piştî navbera xwe û Venezûelayê çêkir, vê carê prosesa aştiya navxweyî da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, nûnerên Kolombiyayê û rêxistina Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) li Venezûelayê dest bi hevdtînan kirin.

Hevdîtin li paytext Caracasê bi navbeynkariya Venezuela, Kuba û Norwêcê tên lidarxistin.

Di civînê de Komîserê Bilind ê Aştiyê Antonio Garcia Kolombiya temsîl kir.

Li ser navê ELN’ê jî fermandar Antonio Garcia li dora maseya muzakereyê rûnişt.

Muzakereyên Kolombiya-ELN

ELN herî zêde li 7 eniyên şer ên li rojava û bakurê Kolombiyayê aktîf e.

Tê texmînkirin hejmara gerîlayên rêxistinê di navbera 3 an 4 hezarî de ye.

Kolombiya bi peymana aştiyê ya sala 2016’an şerê bi rêxistina gerîla FARC’ê re bi dawî kiribû.

Herêmên ELN xwedî hebûneke aktîf e.

Paşê bi ELNê re hevdîtinên aştiyê dest pê kiribûn lê ji ber êrişeke rêxistinê ya li paytext Bogotayê, di sala 2019’an de hevdîtin bi dawî bûbûn.

Li Kolombiyayê koma çekdar a herî mezin, piştî peymana bi FARC’ê re niha ELN ye.

ELN herî zêde li 7 eniyên şer ên li rojava û bakurê Kolombiyayê aktîf e.

Tê texmînkirin hejmara gerîlayên rêxistinê di navbera 3 an 4 hezarî de ye.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …