Konseya Venetoyê dengdayina referandûma serxwebûnê taloq kir

Konseya herêmî ya Venetoyê ku wezîfeya parlamentoyê hildaye xwe, careke din biryara referandûma ji bo serxwebûna herêma Venetoyê taloq kir. Bi vê encamê, cara duyemîn partiyên li hemberê serxwebûna herêmê nehiştîn dengdayina ji bo referandûmê di konseyê de bê li dar xistin.

Stefano Valdegamberiyê endamê Konseya Herêmî ya Venetoyê û parlamenterê li ser navê Partiya Pêşerojê ya Gel, di danasîna pêşnûmaya referandûmê de ku ji aliyê wî ve hatibû pêşniyazkirin, diyar kir ku Venetoya azad di Ewropaya yekgirtî de realîteyeke mentiqî ye. Valdegamberî got ku niha parzemîna Ewropayê ber bi hikumeteke hevpar ve diçe lê li aliyekî din, Ewropa di dewsa netewe-dewletan de her ku diçe ji herêmên biçûk pêk tê.

Li aliyekî din jî hem Zaia hem jî Valdegamberî bi israr gotin ku dengdayina ku dihat hêvîkirin ku di konseyê de bihatana li dar xistin, ne di derbarê serxwebûnê de ye lê di derbarê mafê xweîfadekirinê de ye.

Serokê konseyê Luca Zaia ya ku Lîga Venedîkê ya girêdayî Lîga Bakur e, li ser mijarê axivî û got ku “rêvebirina navendîparêz” a Destûra Bingehîn a Îtalyayê bûye sebeb ku venetoyî banga lidarxistina referandûmekê bikin. Zaia di heman demê de tecrûbeyên Katalonya, Skotland, Çekoslovakya û Kosovayê ya di vê mijarê de ji bo Venetoyê mînak nîşan da.

Lucio Tiozzoyê ji Partiya Demokratîk (PD) destnîşan kir ku li herêmê mijarên civakî yên wekî kêmbûna derfetên kar û avahiyan ji serxwebûne girîngtir in û kesên ji bo Venetoyê hêzeke zêdetir daxwaz dikin, divê di çarçoveya Destûra Bingehîn a Îtalyayê de bi hikumeta Îtalyayê re muzakereyê bikin.

Di dema rûniştina Konseya Venetoyê de komeke alîgirên serxwebûna Venetoyê li derveyê konseyê xwepêşandanekê li dar xistin. Xwepêşandêr bi afîşên wekî  “Em ji bo serxwebûna Venetoyê dengdayinê li dar dixin” û “Veneto biryara xwe dide” destekê dan pêşniyaza ji bo referandûmê.

Çavkanî:

www.nationalia.info

www.consiglioveneto.it

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …