Kongreya Brazîlê rastî êrişê hat

Alîgirên lîderê berê Bolsonaro duh bi ser kongre, koşka serokatiyê û dadgeha bilind de girtin.

Girseya ji serokatiya Lula da Silva nerazî, kete nava her sê avahiyên herî girîng ên sîstema siyasî ya Brazîlê.

Brazîla ku îsal bi hêviya bidawîbûna krîza siyasî dest bi sala nû kir, dawiya dawiyê li nava hev ket.

Alîgirên lîderê berê Bolsonaro duh bi ser kongre, koşka serokatiyê û dadgeha bilind de girtin.

Hêzên ewlekariyê yên ji bo belavkirina alîgirên Bolsonaro gaza çavsotîner bikar anîn lê dîsa jî nekarîbûn pêşî li êrişê bigirin.

Paşê bi hatina hêzên teqwiyeyê dor li girseyê hate girtin û 300 kes hatin binçavkirin.

Girseya ji serokatiya Lula da Silva nerazî, kete nava her sê avahiyên herî girîng ên sîstema siyasî ya Brazîlê.

Serokê Brazîlê Lula da Silva serdagirtinê bi awayekî tund rexne kir.

Silva êrişkaran wekî “faşîst” bi nav kir û got, ew ê kesên tevlî vê serdagirtinê bûne bên mehkemekirin.

Lula bûbû serok

Luiz Inacio Lula de Silva di hilbijartêna cotmehê de serokê rastgir Bolsonara têk biribû û piştî 10 salan careke din bû serokê Brazîlê.

Çend roj berê Lula di hizûra 300 hezar welatiyên Brazîlê û nûnerên 19 dewletan de sonda serokatiyê xwaribû.

Lêbelê serokê têkçûyî Jair Bolsonaro tevlî merasîmê nebûbû û çûbû Amerîkayê.

Helwesta Bolsonaro a redkirina têkçûna di hilbijartinê de wekî sebeba esas a êrişa duh tê qebûlkirin.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …