Wikiya Fêrbûna Zimanên Kêmar

Di malpera Wikiya Fêrbûna Zimanên Kêmar de agahiyên li ser 80 zimanên Ewrûpayê cî digirin.

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator, bi riya hevkariya Zanîngeha Groningenê ya li Holandayê vê xebatê dimeşîne.

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator xebatên xwe yên li ser zimanên kêmar berdewam dike.

Navenda Holandayê ev demeke xebata onlina a bi navê Wikiya Fêrbûna Zimanên Kêmar dimeşîne.

Wiki di nava xwe de agahiyên berfireh ên li ser zimanên kêmar dihewîne.

Wikiya online ligel xebata Dosyeyên Herêmê yên Mercatorê tê meşandin û vê xebatê temam dike.

Di malpera Wikiya Fêrbûna Zimanên Kêmar de agahiyên li ser 80 zimanên Ewrûpayê cî digirin.

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator, bi riya hevkariya Zanîngeha Groningenê ya li Holandayê vê xebatê dimeşîne.

Agahiyên di malperê de ji aliyê xwndekarên Lîsansa Kêmar û Pirzimanî û Lîsansa bilind a Pirzimaniyê tên amadekirin.

Lê pisporên ziman, xwendekarên pirzimanî û zimanên kêmar ên li derveyî vê zanîngehê jî dikarin alîkariya vê xebatê bikin.

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator

Navend di 1987’an de bi navê Mercator Education hatiye damezrandin.

Ev navend di bin banê Fryske Akademy (Akademiya Frîzî) ya herêma Frîzland a li bakurê Holandayê xebatê dike.

Akademiya Frîzî ji bo parastina zimanê frîzî ku li herêma Frîzyayê tê axaftin, hatiye damezrandin.

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator herî zêde bi xebatên xwe yên li ser zimanên kêmar ên Ewrûpayê hatiye naskirin.

Navend bi riya hevkariya bi sedan pisporan, agahiyên derbarê perwerdeya bi zimanên kêmarên Ewrûpayê de dosyeyan diweşîne.

Hûn dikarin bi riya vê lînkê xwe bigihînin hemê dosyeyên Mercatorê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …