Netanyahu îhtiraza xwe ya ji bo peymana bi Hamasê re bi dawî kir.
Hikumeta Îsraîlê ji bo erêkirina peymana aştîyê wê îro bicive.
Tê payîn peymana aştîyê îro ji alîyê Îsraîlê ve bê erêkirin.
Serokê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di kêlîya dawî de îhtîraza xwe ya ji bo peymana aştîyê paş ve kişand.
Ev jî fikara wê şerê li Xezayê bidome, ji holê rakir.
Lîderê Îsrailê got, wan di warê berdana rehîneyên di destên Hamasê de li hev kirine.
Netanyahu duh gotibû, heta Hamas hemû naveroka peymanê qebûl neke wê Îsraîl peymanê erê neke.
Hikumeta Netanyahu îro dicive
Di daxuyanîya dawî de jî Netanyahû got, wê hikumeta Îsraîlê ji bo erêkirina peymanê roja înê bicive.
Du wezîrên nîjadperest ên îsraîlî li hember vê peymanê bi helwest in.
Lêbelê tevî vê jî, tê payîn peymana aştîyê îro ji alîyê Îsraîlê ve bê erêkirin.
Peymana Aştîyê ya Îsrail-Hamasê bi navbeynkarîya Amerîka, Misir û Qeterê pêk hat.
Li gorî hin detayên hatine weşandin, peyman wê di 19ê kanûna paşîn de têkeve merîyetê.
Bi peymana ku ji qonaxan pêk tê, ji sekinandina êrişên Îsraîlê, berdana rehîneyên sivîl û girtîyên filistînî û vekişîna leşkerên Îsrailê ji Xezayê pêk tê.
Şerê Îsraîl-Hamasê
Şerê Xezayê di 7ê çirîya pêşîn (cotmeh) a 2023an de bi êrişa Hamasê ya li dijî sivilên li Îsrailê dest pê kir.
Hamasê bi vû re paralel, êrişeke mezin a moşekan bir ser navendên li Îsraîlê.
Hamasê 1200 sivîl kuştin û 250 ji wan dîl girtin.
Îsrailê vê yekê hincet nişan da û 15 mehan Xezayû bi giranî bomberan kir.
Di encama êrişên Îsraîlê de li derdora 46,700 endamên Hamasê û sivîlên filistînî hatin kuştin.
Infowelat
———————————-
Foto: Benjamin Netanyahu/X