Raperîna li dijî rêjîma Baas a Iraqê ya li Başûr yek ji bûyereke girîng a dîroka Kurdistanê ye. Raperîn bi serfirazî û têkçûna xwe kurtedemek şûn de bû bingeheke xurt ji bo bidestxistina desthilatê û damezrandina Herêma Federal a Kurdistanê.
5ê Adarê 34. a salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya Iraqê ye.
Raperîna li dijî rêjîma Baas a Iraqê, li Başûr yek ji bûyereke girîng a dîroka Kurdistanê ye. Raperîn bi serfirazîyên destpêkê û paşê jî bi têkçûna xwe, kurtedemek şûn de bû bingeheke xurt ji bo û damezrandina Herêma Federal a Kurdistanê.
Serhildana çekdarî ya gelê Başûr di 5ê adara 1991an de li bajarê Ranyayê dest pê kir. Ev bûyer, tevlî serhildana şiîyêm li başûrê Iraqê, rejîma Baas a li Bexdayê anî ber hilweşînê.
Ji ber ku Ranya navenda yekemîn a serhildanê bû, “Dergehê Raperînê” tê binavkirin.
Herwiha, meha adarê jî li başûrê Kurdistanê wekî “Meha Raperînê” tê binavkirin.
Destpêka Raperînê
Di roja ewil a Raperînê de Ranya û Qeladizê hatin rizgarkirin û paşê jî gelê Kurdistanê tevlî desteka hêza Pêşmerge berê xwe da Silêmanî û bajarên din ên Kurdistanê.
Artêşa Sedam li hember biryardariya serhildêran nekarî zêde di ber xwe bide û Silêmanî hat rizgarkirin.
Di pevçûn, êriş û tolhildana li dijî dagirkerên Iraqî de li Silêmanî bi sedan endamên ewlekariyê yên Baasê hatin kuştin.
Raperîn di 11- adarê de belavî Hêwlêr ê derdorê bû û di 13ê adarê de jî Zaxo rabû ser piyan.
Pêlên Raperînê di 14ê adarê de gihîşt ber derîyêb Dihokê û pê re jî agirê serhildanê belavî deştên Nînowayê bû.
Bajarên Kurdistanê di demeke kurt de hatin rizgarkirin û Pêşmerge bi hêzeke mezin ajot ser Kerkûk û Mûsilê.
Bi rizgarkirina her du bajaran, li tevahiya Başûr desthilatiya Iraqê bi dawî bû.

Têkçûna serhildanê
Lêbelê ber bi dawiya meha Adarê de desthilata Bexdayê ya li ber têkçûnê ji nû ve rabû ser xwe û li Kurdistan û başûrê Iraqê dest bi êrişên mezin kir.
Artêşa Sedam di 29ê adarê de Kerkûkê dagir kir û paşê tankên Iraqê ketin Duhok, Hewlêr û Zaxo.
Silêmanî jî tê de, hemû bajarên hatibûn rizgarkirin ji nû ve hatin dagirkirin.
Pêşveçûna artêşa Sedam Huseyîn bi tenê li Çiyayê Korekê rastî berxwedana mezin a Pêşmergeyan hat.
Li vî çiyayê nêzîkî Qeladiza, pêşveçûna artêşa dagirker hate sekinandin.
Bi dagirkirina bajar û piraniya herêman,1.5 milyon kurd dan ser riyên penaberiyê û berê xwe dan Tirkiye û Îranê.
Îran di destpêkê de sînorên xwe ji pêla penaberan re vekir lê Tirkiye piştî soza alîkariyê ji qada navneteweyî girt sînorên xwe vekir.
Tê texmînkirin, 750,000 kurdên Başûr derbasî Îranê bûn û li kampên nêzîkî sînor bi cî bûn.
Li derdora 300,000 kurd jî derbasî Tirkiyeyê bûn û li kampên bajarên Bakurê Kurdistanê hatin bicîkirin.
Damezrandina Herêma Otonom a Kurdistanê
Êrişên artêşa Iraqê û trajediya bi koça girseyî re kete rojeva raya giştî ya cîhanê, bû sebeb hêzên navneteweyî jibo parastina kurdan gav bavêjin.
Di Adarê de Amerîka û hevalbendên wê li ser Kurdistana Başûr herêma ji firînê re qedexe ragihandin.
Bi saya vê, vegera ber bi Başûr ve dîsa dest pê kir û Tîrmehê de PDK û YNK bi hemleyeke kordînekirî Hewlêr, Duhok û Silêmanî careke din rizgar kirin.
Iraq neçar ma di çirîya pêşîn de agirbestêkê qebûl bike û ji 16,000 km2 erdên Kurdistanê vekişe.
Bi vê re jî, di bin kontrola PDK û YNKê de Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê hate damezrandin.

Herêma Kurdistanê di 19ê adara 1992an de hilbijartinên giştî li dar xist û piştî vê, Parlamentoya Kurdistanê dest bi xebata xwe kir.
————————————
Gotar di 2023an de di Infowelat de hatîye weşandin û ji bo weşana dawî hatîye nûkirin.
Fotoyê sereke: Dîmeneke ji Raperînê/X