Xebatên Haçaturyan tên dîjîtalkirin

 

Berhemên bestekarê mezin ê ermenî Aram Haçaturyan bi hevkariya Wezareta Çandê ya Ermenîstanê, Radyoya Gel a Ermenîstanê û hin şîrketên muzîkê tên dîjîtalkirin. VivaCell MTS û Prolighting Company jî hevparên meşandina vê projeyê ne.

Radyoya Gel a Ermenîstanê bi riya hevkariya Wezareta Çandê ya Ermenîstanê, ji sala 2009’an û vir ve berhemên hunerî yên ermenî dîgîtal dike. Heta niha bi tevahî 65 CD’yên ku zengîniyeke çandî yê ermenî pêk tîne, bi vê xebatê hatine dîjîtalkirin.

Berpirsê Radyoya Gel a Ermenî Armen Amiryan ji çapemeniyê re girîngiya vê xebatê diyar kir û wiha axivî: “Van tomaran berhemên karê rojane ye. Dema Wezareta Çandê eleqederî nîşan dide û dema hewldanên hevpar ên rêxinstinên din pêk tên, berhem dibin milkê civaka hunerhez.”

Gerînendeyê Giştî yê VivaCell MTS’yê Ralph Yirikian jî di vê mijarê de wiha axivî: “Dem derbas dibe…teknolojî pêş dikeve û ev jî ji bo nifşên nû çareseriyên nû pêşkêş dike. Di heman demê de ji derbasbûna demê serbixwe, nirxên domdar hîn jî geşbûna xwe didomîne. Mîrateya Aram Haçatûryan yek ji van nirxan e. Em serbilind in ku destekê didin vê însîyatîfê.”

Di sala 2013’an de, bi minasebeta salvegera 110’emîn a jidayîkbûna Haçatûryan çalakiyên çandî yên mezin hatibûn lidarxistin.

a haçaturyan

Haçaturyan kî ye?

Aram Haçaturyan di sala 1903’an de li paytexta Gurcîstan Tîflîsê hat dinyê. Haçaturyan di 1934’an de  Konservatûvara Moskovayê ya qedand û di heman salê de berhema xwe ya bi navê Senfoniya Yekemîn nivîsand. Ji demê û şûn ve, di qada muzîka klasîk a Ewropayê de gelek berhemên mezin ji aliyê hunermend ve hatin afirandin.  Ji nava van berheman, a herî navdar Spartakus e. Hema hema li ser hemû kevneşopiya muzîka klasîk a ermenî tesîra Haçaturyan dikare bê dîtin. Di nava bestekarên ku di bin vê tesîrê de mane Alexnader Babajanian, Tigran Mansurian Edgar Hovhannisyan, Edward Manukyan û Loris Tjeknavorian jî cî digirin.

Çavkanî: Asbarez.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …