Karayilan: Doktrîn şerê tunel û gerîla ye

Murat Karayilan derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê ku di 2021’an de bi êrişa artêşa Tirk dest pê kir, agahiyên girîng dan.

Fermandarê Kurd got, bi doktrîna nû y aşer ew şerê tunelan û gerîlatiyê dikin yek.

Fermandarê Kurd Murat Karayilan got, ew ê bi doktrîna nû artêşa Tirk têk bibin.

Fermandarê biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Karayilan derbarê şer de ji Stêrk TV’ê re axivî.

Karayilan derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê ku di 2021’an de bi êrişa artêşa Tirk dest pê kir, agahiyên girîng dan.

Karayilan bersivê da pirsa li ser windahiyên dawî yên li Bakur û wiha axivî:

“Bi taybetî windahiyên me yên li Amedê, girîng bûn. Yên li Botan, Dêrsim, Mêrdîn, Serhed, Garzan, Cîloyê hemû girîng bûn. Lê li Amedê şehadeta heval Dilgeş û du hevalên pê re, ne ji rêzê bû.”

Fermandarê Kurd got, di 2023’an de “Şer ji Serhedê heta Garzanê, Amed, Dêrsim, Mêrdîn, Botan, Zagrosan (hem Cîlo û hem jî li eyaleta Geverê) li her devera Kurdistanê qewimî.”

Doktrîna şer

Fermandarê Kurd tunelan wekî “kelehên binerdê” pênase kir û da zanîn, rêbaza bikaranîna tunelan a li Çîn û Vîetnamê ne wekî ya Kurdistanê ye.

Agahiyên herî balkêş ên Karayilan di derbarê doktrîna nû ya şer de bû.

Fermandarê HPG’ê got, ji ber doktrîna nû artêşa Tirk nikare encamê bigire.

Karayilan doktrîna şer wiha îzeh kir:

Doktrîna me ya şer çi ye? Em şerê tunelan û gerîlatiyê dikin yek. Em bi hev re dimeşînin. Herdu jî wek mirovek ku li ser du lingan dimeşin. Hevdû xwedî dikin, xurt dikin, ji ber vê yekê li hember her cure êrîş û çekan li ber xwe didin. Bê şik gerîla ne gerîlayekî klasîk e, gerîlayekî tîmê ye, pispor e û xwe li herêmê vedişêre. Mîna xeyalet e. Kengî bixwaze derdikeve, kengî bixwaze wenda dibe. Tîmên qadê bi vî rengî şer dikin.

Fermandarê Kurd tunelan wekî “kelehên binerdê” pênase kir û da zanîn, rêbaza bikaranîna tunelan a li Çîn û Vîetnamê ne wekî ya Kurdistanê ye.

Dagirkirin ne kontrolkirin e

Murat Karayilan da zanîn leşkerên Tirk 3 sal in dixwazin Zapê dagir bike lê digel dagirkirina hin deveran, nikarin herêmê têxin bin kontrola xwe.

Murat Karayilan da zanîn leşkerên Tirk 3 sal in dixwazin Zapê dagir bike lê digel dagirkirina hin deveran, nikarin herêmê têxin bin kontrola xwe.

Fermandarê Kurd li ser vê mijarê wiha axivî:

“Yanî şêwazê ku îro Gerîlaya Azadiya Kurdistanê dimeşîne şêwazeke nû ye û hêzên dagirker bi teknîkên pêşketî nikarin bi hêsanî kontrol bikin. Dewleta Tirk 3 sal in ji rojava û rojhilat ve nekarî ber bi ava Zapê ve bê; Yanî nehatiya Ava Zêyê, nikare were. Her du aliyên avê di destê gerîla de ye.”

91 helîkopter derb xwarin

“Mînak di şerê sala 2022’yan de 11 helîkopterên şer ên dewleta Tirk hatin xistin û îmha kirin; 80 helîkopter jî hatin derbkirin”

Karayilan PDK’ê bi piştgiriya dewleta Tirk re sûcdar kir û diyar kir, artêşa Tirk hebûna PDK’ê ya nêzîkî qadên gerîla ji bo êrişê bi kar tînin.

Fermandar Karayilan got, digel vê jî artêşa Tirk windahiyên mezin dide û ji bo jî ji 2022’an vê mînakê da:

“Mînak di şerê sala 2022’yan de 11 helîkopterên şer ên dewleta Tirk hatin xistin û îmha kirin; 80 helîkopter jî hatin derbkirin. Derb lê ket, agir bi helîkopteran ket, nekarîn leşker danin û paşve çûn. Bi giştî 91 helîkopterên şer û Skorsky hatin derbkirin. Îsal pêk nehat. Dibe ku 4-5 hatine derbkirin. Yên hatine xistin tune. Ji ber çi? Ji ber ku îsal li araziyan nayên daxistin, li navenda PDK’ê dadixin. Heval nikarin lêxin. Bi vî rengî PDK’ê bi kar tîne.”

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …