Li Peyasa Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hat vekirin.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê li Parka 75ê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ vekir.
Di dema vekirinê de gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên jin tevlî vekirina pirtûkxaneyê bûn.
Di vekirina pirtûkxaneyê de dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” derket pêş.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku pirtûkxane ji bo bajêr bîrek e û axaftina xwe wiha domand:
“Dema me dest bi vê xebatê kir, me xwest qadeke xweser a jinan bê amadekirin. Di vê qadê de em ê bîra xwe kûrtir û xurtir bikin.”
Paşê Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya; Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Nivîskar Fatma Taşli Tûnç û Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Ozer jî axivîn.
Alîyê hevpar a sîyasetvanên jin ev bû, wê bi pirtûkxaneyê têkoşîna jinan mezintir bibe û heqîqeta jinê bêtir were dîtin.
Piştî axaftinan, pirtûkxaneya ku bi tenê berhemên jinan tê de hene, bi stran û tilîliyan hate vekirin.
Infowelat