IFJ: Di sala 2024an de 122 rojnamevan hatine kuştin

A.Rahman Çelîk

Federasyona Rojnamegeran A Navneteweyî (IFJ) rapora xwe ya salane belav kir.

IFJ ragihand, di sala 2024an de li seranserê cîhanê 122 rojnamevan hatine kuştin.

Rapor dibêje di sala 2024’an de 122 rojnameger hatine kuştin.

Raporê bang li welatên endamên Neteweyên Yekbûyî kir, bila êdî bêcezehiştina kuştina rojnamegeran bi dawî bikin.

Federasyona Rojnamegeran A Navneteweyî rapora salane ya li ser rojnameger û xebatkarên medyayê belav kir.

Rapor dibêje, di sala 2024an de, 14 jê jin, li seranserê cîhanê 122 xebatkarên medyayê hatin kuştin.

Federasyon ji welatên endam ên Neteweyên Yekbûyî dixwaze bêcezehiştina kuştina rojnamegeran bi dawî bikin û Peymana Ewlekarî û Azadiya Rojnamegeran A Navneteweyî qebûl bikin.

Serokê Federasyonê Dominique Pradalie destnîşan kir ku Filîstîn îsal jî ji bo rojnamegeran bûye herêma herî xetere.

Du salên dawîn li ser hev, herî zêde rojnameger li Filîstînê hatine kuştin.

Li Rojhilata Navîn û Cîhana Ereban, di sala 2024’an de, piraniya wan li Filîstînê, bi tevahî 77 rojnameger hatin kuştin.

Rapor dibêje, li Asya-Pasifîkê 22, li Afrîkayê 10, li Amerîkayê 9 û li Ewrûpayê 4 rojnameger hatin kuştin.

5 rojnameger ji 5 parzemînan

Raporê cî jî da serboriyên 5 rojnamegerên li 5 parzemînên cihê yên cîhanê hatine kuştin.

Serboriyên Alejandro Martinez Noquezê li parzemîna Amerîkayê-Meksîkayê, Hanan Adama ku li parzemîna Afrîkayê-Sûdanê, Myat Thu Tanê li Parzemîna Asya-Pasifîkê-Myanmarê, Viktoria Roshchyanaya li parzemîna Ewrûpayê-Rûsyayê û Eman El Shantiya li Rojhilata Navîn-Filîstînê hatine kuştin derxist pêş û got van kuştinan ji 122 serboriyên raporê çîrokên tenê 5 kesan e.

Federasyona Rojnamegeran got: “Vê raporê tehdît û êrîşên li çar hawirdorê cîhanê yên li dijî rojnamegaran eşkere dike.”

Pê re jî bang li civaka navneteweyî kir, xwest bila êrîş bên sekinandin û ewlekariya rojnamegeran bê temînkirin.

Foto: Malpera IFJê/Frédéric Moreau de Bellaing

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …