Politico radigîne, şefên îstixbaratê û ewlekarîyê yên Îsraîlê bang li hikumete dikin êrişên xwe heta jinûve dizaynkirina Rojhilata Navîn bidomîne.
Di alozîya dawî ya li Rojhilata Navîn de wê kîjan alî bi ser bikeve?
Qonaxa nû ya bi Şerê Îsraîl-Hamasê dest pê kir wê bikaribe balansa hêzê biguherîne?
Pisporên herêmê niha li bersiva van pirsan digerin.
Pisporê Konseya Atlantîkê Ahmed Fûat Elxatîp bawer dike, êdî dawî li serdestîya Îran û hevkarên wê tê.
Elxatîp ji malpera Politico re wiha axivî:
“Hema hema hemû lîder û fermandarên payebilind ên Hîzbulahê digel bi hezaran endamên wê hatin kuştin an hatin bêtesîrkirin. Herwiha, mîqtareke zêde cebilxaneya ku bajarên Îsraîlê tehdît dikir hat tunekirin.”
” Dibe ku li herêmê destpêka bidawîbûna eniya berxwedanê ya Îranê were.”
Matthew Saville ji bo Xizmetên Enstîtuya Yekgirtî ya Brîtanyayê dixebite di vê meseleyê de nêzîkî Elxatîp difikire û ji heman malperê re wiha diaxive:
“Îsraîl lîderîya Hîzbulahê tune kir. Bi vî away, kapasîteya xwe ya kordînasyonê û bidestxistina însîyatîfê nîşan da. Tevî xetereyên li pêşîya operasyona bejahî, xetereya fuzeyên balîstîk û berfirehbûna qada operasyonên Îsraîlê, texmîn dikim gelek kes bawer dikin niha ji bo tunekirina Hîzbulahê dema ketina nava başûrê Libnanê ye.”

“Serfirazîya taktîkî“
Hin pispor wekî Elxatîb nafikirin û dibêjin ji bo tesbîtên bi ví rengî hîn zûye.
Di vê mijarê de Julien Barnes-Daceyê ji bo Têkiliyên Derve yên Konseya Ewrûpayê xebatê dike ji Politico re wiha axivî:
“Êrişên Îsraîlê serfirazîyeke mezin a taktîkî ye lê ne girêdayê rotayeke stratejîke ku bikaribe bê domandin û bersivê bide pêdivîyên ewlekarîyê yê Îsraîlê.”
Herwiha, Politico radigîne şefên îstixbaratê û ewlekarîyê yên Îsraîlê bang li hikumete dikin êrişên xwe heta jinûve dizaynkirina Rojhilata Navîn bidomîne.
—————————————–
Foto: Leşkerên Îsraîlê yên derketine operasyonê/Medyaya Civakî
Infowelat