Heypevvîna bi senatorê flaman Karl Vanlouwe di vê hejmarê de balê dikişîne ser xwe.
Polîtîkayên hikumeta Belçîkayê, parastina duzimanîyê li Brukselê, konfederalîzm û meseleya venasîna Rojava mijarên vê heypeyvînê ne.
Hejmara 21. a e-kovara Kurdistanê hat weşandin
Nivîsên li ser zimanê kurdî di vê hejmarê de cîyekî berfireh digirin.
Komxebata ziman a li Amedê, gotareke li ser sefirazîya asîmîlasyonê û serborîya amadekirin û danasîna pirtûka zarokan a Jîriko û Hevalên Xwe nivîsên li ser ziman in.
Heypevvîna bi senatorê flaman Karl Vanlouwe di vê hejmarê de balê dikişîne ser xwe.
Polîtîkayên hikumeta Belçîkayê, parastina duzimanîyê li Brukselê, konfederalîzm û meseleya venasîna Rojava mijarên vê heypeyvînê ne.
Şermezarkirina Tirkîyeyê ji alîyê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê, raporeke Amnesty International a li ser cezayê înfazê û helbesteke Cemîl Denlî di heman hejmarê de hatine weşandin.
Kurdistan e-kovareke Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin.
Naveroka vê hejmarê
- Konferansa ji bo Ocalan li Romayê hat lidarxistin
- Ji Brukselê heta Kurdistanê: Helwesta N-VAyê ya li ser otonomî û mafên neteweyî
- Komxebata perwerdeyê li Amedê hat lidarxistin
- Zarokên kurdan bi tirkî diaxivin
- Serborîya amadekirina Jîriko û Hevalên Xwe
- Meclîsa Parlamenteran Tirkîyeyê şermezar kir
- Amnesty International: 1.518 kes hatin înfazkirin
- Stranbêjo
Infowelat