Papa Francis wefat kir

Lîderê cîhana katolîkan Papa Francis çû ser dilovaniya xwe.

Vatîkanê destnîşan kir ku papa berê sibehê jiyana xwe ji dest daye.

Lîderê cîhana katolîkan Papa Francis di 88 saliya xwe de mir.

Vatîkanê destnîşan kir ku Papa Francis di 21ê Nîsanê saet di 07:35an de jiyana xwe ji dest daye.

Papa Francis yekemîn papayê ji tarîkata Cizvîtê bû.

Herwiha ew papayê yekemîn bû ku  ji serê hezar salî ve ji derveyî Ewrûpayê hatibû hilbijartin.

Papa Francisê ku wekî kesekî nefsbiçûk dihat qebûlkirin, di 1936an de, li Buenos Airesê hatibû dinyayê.

Tê gotin ku heta dema sermetraniya xwe jî, îmtiyaz qebûl nedikirin û wasîteyên çûnûhatina giştî bi kar dianîn.

Papa Francis dilrehmiya feqîr û belengazan dikir.

Di demên dawîn de, meseleya penaberiyê kişand navenda papatiya xwe.

Papa li girava Lampedusayê serdana koçberan kiribû û pê re jî hin koçber li Vatîkanê kiribû mêvan.

Lîderê Katolîkan ji meha Sibatê û vir ve nexweş bû û ji ber vê sedemê, di 14yê sibatê de rakiribûn nexweşxaneyê.

Piştî 5 hefteyên tedawiyê, di 23’yê adarê de ji nexweşxaneyê hatibû şandin.

Papa Francis wekî cara dawîn, doh li Meydana Petrûsê Ezîz, silav dabû gelê ji bo Cejna Paskalyayê civiyabûn.

Infowelat

——————————————————-

Foto: Papa Francis 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …