Guherîna ji jêr ve: Meclîsên damezrîner li Kolombiyayê ji bo aştiyê riyeke demokratîk pêşniyaz dike

Di dawiya meha Gulanê de, muzakerevanên hikumeta Kolomiyayê tevlî nûnerên gerilayên FARC’ê, bi armanca ku lihevhatineke dîrokî ya di pêvajoya aştiyê ya welat îlan bikin li kêleka hev sekinîn.

Daxuyanî dawiya hevdîtinên dijwar û pirî caran giran ên li ser reforma axê nîşan da. Ev, yek ji pênc xalên di rojeva maseya hevdîtinê ya li Havanayê bû. Di daxuyaniya hevbeş a çapemeniyê de her du alî soza “bi riya wekhevî û demokrasiyê transformasyonên radîkal a realîteya çolter û axa Kolombiyayê” dan.

Lê tevlî vê jî, ji bo kesên ku di nava dilê pevçûna Kolombiyayê de ne, eger van xewnên muhteşem bibin rastî hem pêvajoya aştiyê hem jî meşandina lihevhatineke dawî pêdiviyê divê ji deriyên girtî yên Havanayê ber bi bajaran, bajarok û gundên Kolombiyayê hereket bike bibîne.

Şervanê gerîla yê kevn Aliria Arroyave yek ji wan mirovan e û ew bawer dike ku bersiva ku wê Kolombiya bikaribe retorîka fikrên mezin ên Havanayê vegerîne rastiyeke Kolombiyayê di nava soza nehatiye bi cî anîn a demokrasiyeke rast de cî digire. Ev, xewneke ku ew îqnayê teslîmkirina çekên xwe kir, bû.

Arroyave piştî ku ji ber tevlîbûna xwe ya di 1970’an de ya ji bo tevgereke mafên axê rastî zilmê hat, di dawiyê de riya tevlîbûna Artêşa Azad a Neteweyî (ELN) –îro hîn jî duyemîn koma herî mezin a Kolombiyayê ye- dît.

Lê di salên 90’î de ket bin tesîra makeqanûna nû ya welat ku wekî parçeyekê pêvajoya aştiyê ya bi gerîlayên 19’ê Nîsanê (M-19) û Artêşa Rizgariyê ya Gel (EPL) re hatibû amadekirin. Ew, tevlî koma kesên çekan berdan ên ji ELN’ê bû û dev ji têkoşîna çekdarî berda. Dilê wê rihet bû ku mafên ku wî ji bo wan têkoşîn kiriye di belgeyekê de hatibû bi cî kirin. Ev belge ji aliyê qada navneteweyî wekî mînaka nirxên pêşverû û mafên mirovan dihatin dîtin û ji wan re çepik dihatin lêxistin.

20 sal şûn de, dema ku makeqanûna Kolombiyayê hîn jî ji aliyê qada navneteweyî pesnê wê dihat dayîn, pevçûna li welat hîn jî berdewam dikir. Ji bo Arroyave, sebeba ji bo vê nakokiyê ji ber sozên nehatine girtin ên makeqanûnê ne. “Ev makeqanûn bi awayekî têr û tije nîşanî me dide ku riyekê nû heye. Niha em dikarin di çarçoveya makeqanûna Kolombiyayê de destbi projeyeke civakî bikin” got Arroyave, “lê ev makeqanûn nehat meşandin.”

Bersiva Arroyave ya ji bo çawa makeqanûn wê têkeve nava jiyanê û vê carê aştiyek rast û domdar çawa bê avakirin hem di dema pêvajoya aştiyê û hem jî piştî wê, pêkanîna beşdariya civaka sivîl e. “Eger tevgereke civakî ya ku destekê bide pêvajoya aştiyê tune be wê pevçûn herdem berdewam bike,”.

Bi armanca avakirina amûrekê ya ji bo beşdariya sivîl di hevdîtinên Havanayê de, Arroyave ji bo afirandina pêvajoyekê ku wê salên piştî çekberdana xwe dest pê kir, dixebite: Meclîsên damezrîner. Meclîs ku formeke demokrasiya dîrekt e, destûr didin ku welatî beşdarî biryarên li ser mijarên wekî ewlekariya sosyal, hawîrdor, demokrasî û maf û wezîfeyên mirovan bibin. “Meclîsên damezrîner avakirineke alternatîf a civakê ye, ji ber ku ew qadên beşdariya welatiyan e ku destûrê dide şêwirmendiya civakî,” wê got. Di dema xwe ya herî pêş de 300 meclîsên şaredariyan ku piraniya wan li departmana Antioquiayê ya bûyerên şidetê lê belav bûbû, hebûn. Lê piştî ku hikumeta nû destek û finanskirinê birî, proje sekinî. Ji ber ku organîzator vê pirsê çewt bersivandin: hûn li cem beşdaran an li cem rêvebiriyê cî digirin?

Di vejîna pêvajoyê de Arroyave bawer dike ku meclîsên wiha niha ji bo beşdariya civaka sivîl dikarin wekî qenalekê tevbigerin. “Eger em bikaribin civatan bi vê pêvajoyê re têkildar bikin –ango bêjin ev ê me ye, ew kolektîf e, ew komûnal e- û ev arenaya ku em tê de aştiyê ava bikin, riya avakirina demokrasiya rast, avakirina edalet û aştiyê ev e û paşê hemû argumanên ji bo şerê li Kolombiyayê wê bi dawî bibin,” wê got.

Heta niha di pêvajoya ji nû ve hate dest pê kirin de li derdora Antioquiayê 125 meclîsên nû hatin avakirin. Meclîsên nû bi tenê destûrê nadin ku welatî li ser mijarên wekî pêşketina aboriya kolektîf, butçeya şaredariyê û demokrasiya lokal û xweseriyê xwedî gotin bin, ew di heman demê de çawa li Kolombiyayê pêvajoya aştiyê wê ava bikin jî nîqaş dikin û ji niha ve çend pêşniyazan ji muzakerevanên li Havanayê re şandine.

Lê Arroyave bawer dike ku ne di dema muzakereyan de tenê lê pişt re jî -ango dema ku di navbera gerîla û hikumetê de çi peyman hatibe kirin divê bê meşandin- beşdariya welatiyan pir girîng e. Baweriya wê bi hikumeta Kolombiyayê ku wê di pêvajoyê de tena serê xwe gav bavêje kêm e. “Ez bawer nakim [wê hikumet guherîna sosyal pêk bîne] ji ber ku nelihevkirina berjewendiyan hene û em di derbarê hikumet û dewletekê de diaxivin ku îro berjewendiyên kapîtalîstên mezin, şîrketên mezin ên navneteweyî temsîl dikin. Dewlet qebûl nake ku ew dewleteke civakê ye.”

Di dewsa wê de, Arroyave bawer dike ku pêkanîna pêşketin û wekheviyê li derveyê belgeya di navbera hikumet û seroktiya gerîlayan de hatiye îmzekirin li ser milê welatiyan e. “Ew peymanan çêdikin lê kesên ku ew têxin pratîkê em in,” wê got. Ji bo ku ev pek were, ew dibêje, welatî pêdiviyê bi mekanîzmayeke beşdariyê dibînin –ev yek bi riya wekaleta çîna polîtîk a Kolombiyayê ku bi qirêjiya xwe tê naskirin nabe lê bi awayekî dîrekt dibe,” wê got.

Li Havanayê FARC û hikumet niha li ser xala duyemîn a rojevê –beşdariya polîtîk-de dest bi muzakereyan kirin. Niqteya girîng a hevdîtinan wê li ser çawa FARC piştî çekberdanê bikaribe bi awayekî ewle beşdarî siyasetê bibe, be.

Ji bo Arroyave kilîta aştiya domdar wê ne di derbarê firsendên ku ji kesên di nava seroktiya gerîla de be tên pêşniyaz kirin de be lê wê di derbarê gelê ku serhildêr îdiayê temsîla wî dikin wê çawa beşdarî pêvajoya siyasî û jiyana neteweyî bibe de be.

“Transformasyonên ku divê bê kirin divê ji binî ve werin. Ez ji guherîna ji jor ve bawer nakim,” wê got. “Ew ji dewleteke hiyerarşîk –ku îro em xwediyê vê dewletê ne – ber bi dewleteke ne-hiyerarşîk hereket dike û dikare projeyeke neteweyî ku em hemû tê de wekî aktorên sosyal û endamên mirovatiyê bên naskirin ava bike.”

James Bargent

13/06/2013

Çavkanî: Ji malpera http://www.towardfreedom.com hatiye wergirtin û ji bo kurdî hatiye wergerandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …