Kesê ku bi tirkî nizanibû nehat muayenekirin

Li Îzmîrê jineke kurd a bi navê Dilşah Sönmez ji ber ku bi tirkî nizanîbû li polîklînîka Diran û Dev a Bornovayê rastî heqareta doktorekê hat.

Sönmez’a ku di 13’yê Hezîranê de ji bo tedawiya diranan çû nexweşxaneya navborî ji aliyê doktor Behiye Meysun Karaüzüm ve nehat tedawî kirin û sewkî Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê hate kirin.

Sönmez di derbarê bûyerê de van agahiyan da: “Bi armanca ku diranê xwe bikişînim ez çûm nexweşxaneyê. Randewûya min hebû. Lê ji ber ku min bi tirkî nizanîbû tedawiya min nivco hate hiştin. Doktor ji min re got ku ‘ev 10 salên te ne tu li Îzmîrê dijî lê tu hîn jî hînî tirkî nebûyî. Tu dizanî diranê xwe muayene bikî lê tu bi tirkî nizanî. Ez tedawiya te nakim. Biçe Zanîngeha Egeyê bila ew tedawiya te bikin’.

Sönmez da zanîn ku wê bi riya ciranekê xwe ku bi wê re hatibû nexweşxaneyê gotinên doktor fam kiriye. Jina mexdûr got ku wê 10 sal berê ji ber şerê li herêma xwe tevlî malbatê ji navçeya Milazgirê ya Mûşê koçî Îzmîrê kiriye û li vir jî zilma dewletê li ser wan berdewam kiriye.

Piştî bûyerê malbata Sönmezê bi daxwaznameyekê serî li nexweşxaneya navborî dan û giliyê doktor Karaüzüm kirin. Malbatê diyar kir ku piştî vê gavê rêvebiriyên nexweşaneyê bi telefonê gihîştine wan û ji wan daxwaz kirine ku her du alî mijarê di nava xwe de çareser bikin û malbat agahî nede çapemeniyê.

Parlamenter Balûken mijara Sönmez ji Wezîrê Tenduristiyê pirs kir

Parlamenterê Çewlikê û Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken ji bo bûyer bê ronîkirin, bi armanca ku Wezîrê Tenduristiyê bersivê bide pirsnameyekê da Parlamentoya Tirkiyeyê. Hin pirsên ku di vê pirsnameyê de hatine pirsîn ev in:

–         Di derbarê doktorê navborî de lêpirsîn hatiye vekirin?

–         Bi armanca çareserkirina pratîkên nîjadperest û cûdaxwaz ên bi vî rengî ji aliyê wezareta we xebat tên meşandin?

–          Bi armanca bicîanîna daxwaza mafê xizmetên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê xebatekê ku ji aliyê wezareta we hatiye destpêkirin heye?

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …