Trump bi Putin re agirbestê axivî

A.Rahman Çelîk

Hevdîtina serokên Amerîka û Rûsyayê ya ku cîhan li bendê bû, pêk hat.

Donald Trump û Vladimir Putim bi rêya telefonê, bi qasî 2 saet û nîvan axivîn.

Bes di encamê de hêviya ku Serokê Amerîkayê li bendê bû, derneket.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîn.

Hevdîtina Trump û Putin bi qasî 2 saet û nîvan dewam kir.

Him Qesra Spî û him jî Kremlînê di derbarê hevdîtinê de daxuyanî dan.

Qesra Spî ya Amerîkayê destnîşan kir ku serokên herdu welatan ji bo şerê Ukraynayê bi “aştiyeke mayînde” bi dawî bibe û muzakereyên li ser vê meseleyê dewam bikin, li hev kirine.

Trump çi pêşnîyaz kir?

Trump pêşniyaz kiribû ku Rûsya 30 rojan li dijî binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê êrîşan pêk neyîne.

Kremlînê diyar kir,  Vladimir Putin pêşniyaza Donald Trump a sekinandina êrîşan qebûl kiriye.

Tevî vê yekê, bi Ukraynayê re, 175 li gel 175 kesan, hêsîrên şer wê bi hev re biguherin.

Rûsya wekî nîşaneya neyta baş, 23 hêsîrên birîndar ên giran wê teslîmî Kîewê bike.

Herwiha, ji bo pevçûnên li Ukraynayê bi dawî bibin, biryar dan ku komên pispor bêne sazkirin.

Van koman wê muzakereyên ji bo çareseriya qeyranê bidin meşandin.

Putin çi dixwaze?

Bes Putin wekî şert, dixwaze Ukrayna ji bo aştiyê gavê bavêje û nema Amerîka û Ewrûpa ji Ukraynayê re çekan bişînin.

Ji Amerîkayê jî dixwaze alîkariya leşkerî û hevkariya îstixbaratê ya Ûkraynayê bi dawî bike.

Beriya axaftina bi telefonê, Donald Trump hevdîtina bi Vladimir Putin re wekî buyereke mezin rave dikir.

Rûsya dîsa êriş kir

Bes encamên hevdîtinê zêde dilê Trump xweş nekir.

Amerîkayê ji Rûsyayê dixwest agirbesteke bêkêmanî û bê şert pêk bîne.

Tevî vê jî, Rûsya bi dûv hevdîtinê re êrişeke mezin a dronan bi ser Ukraynayê.

Loma jî di analîzên medyaya ewrûpî de Putin ji bo agirbest û aştîyê nedilsoz hat nîşandayîn.

Foto: Vladimir Putin 

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …