Giravên Holandayê dikarin bibin serbixwe

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte diyar kir ku her sê giravên Karayîbê Aruba, Curaçao û Sint Maarten ên di destê Holandayê de ne dikarin bibin serbixwe. Daxuyaniya serokwezîrê Holandayê ku cara pêşiyê ye mijara serxwebûna giravan anî rojevê, bû sebeba hin reaksiyon û şîroveyan.

Mark Rutteyê ku kurtedemek berê çûbû geşta giravên navborî, di hevdîtina xwe ya bi nûnerên giravan re li ser serxwebûnê got ku “eger hûn sibê ji min re bêjin hûn ê veqetin, em ê vê di cî de pêk bînin” û axaftina xwe wiha domand: “Eger hûn bixwazin û piraniya nifûsa destekê bide vê, ev pêkan e. Wê demê hûn ê tenê bêjin û em ê vê pêk bînin.”

Rutte di axaftina xwe de rasterast got ku sebeba vê nêzîkbûna wî pêşîgirtina nîqaşên li ser alîkariya fînansî ya giravan e û bi vî pêşniyaza xwe serokwezîr bawer dike ku nîqaşa alîkariya zêdetir a ji bo giravan wê di çarçoveya lihevkirina 2010’an a di navbera giravan û Qraliyeta Holandayê de hatibû kirin, bê bisînorkirin.

Serokê partiya D66 a li Holandayê Aleksander Pechtold daxuyaniya Rutte rexne kir û got ku “ev daxuyanî ji bo dîrokzanekî pir zêde ne di cî de ye û ji bo serokwezîrekî pir kêm dîplomatîk e”. Pechtold da zanîn ku dîroka girav û Holandayê 400 salî ye û wiha dom kir: “Eger wî van gotinên xwe ji bo wîlayeta Lîmbûrg a Holandayê bigotana wê çi bibûna? Ew ê cî tunebûna ku xwe veşêre.” Dutch_Caribbean_map

 Giravên Karayîbê yên Holandayê

Li Derya Karayîbê ya li rojavayê Okyanûsa Atlantîkê, bi tevahî şeş giravên girêdayî Holandayê hene. Ji van giravan Arûba, Curaçao û Sint Maarten ji aliyê siyasî ve sê welatên xweser in. Her sê giravên din ên bi navê Bonaire, Saba û St. Eustatius ji aliyê statuya xwe ve şaredariyekê Holandayê pêk tînin.

Curaçao bi nifûsa xwe ya qasî 142,000’î  xwedî nifûsa herî mezin e. Nifûsa Arûbayê 102,000 û Sint Maarten (ku bakurê girava Saint Martinê ya ku başûrê wê di destê Fransayê de ye, pêk tîne) 37,000’e. Girava herî mezin ên Ji nava van giravan Curaçao, girava ku herî zêde bi problemên aboriyê re rû bi rû maye ye.

Curaçao û Saint Martin di 2010’an de têkiliyên xwe yên siyasî bi Holandayê re xurtir kirin. Parastin, karên derve û hin mijarên fînansî yên her du giravan di destê Holandayê de ye. Statuya Arûbayê ji 1986’an û vir ve dişibe statuya niha yên her du giravên din. Sala borî, partiya serxwebûnxwaz a Curaçaoyê di hilbijartina ji bo meclîsa giravê hat lidarxistin de piraniya dengan girt û soz da ku ew ê heta sala 2022’an welat bike dewletek serbixwe.

Çavkanî:

www.nationalia.cat,

http://www.curacaochronicle.com,

http://www.nrc.nl/

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …