Pirtûkek nû li ser cihêrengiya ziman a li Ewropayê

Li ser cihêrengiya ziman a li Ewropayê pirtûkek bi katalanî hat weşandin. Pirtûka bi navê “Yekitiya Ewropayê: Mozaîkeke Zimanî” ji aliyê profesorê Fîlolojiya Katalanî û Zimanzaniya Giştî ya Zanîngeha Giravên Balearê Jaume Corbera hat nivîsandin. Naveroka pirtûka ku ji 316 rûpelan pêk tê, ji aliyê cografîk ve bi sînorên Yekitiya Ewrûpayê re hatiye bisînorkirin û herwiha di pirtûkê de bi tenê li ser zimanên otokton ên Ewropayê, hatiye sekinandin.

Profesor Corbera ku heta niha li ser vê mijara cihêrengiya ziman gelek pirtûk nivîsandî ye, diyar kiriye ku armanca vê pirtûka dawî “bêyî pêşdaraziyên berê û bêyî ku ziman û zaravayan ji hev veqetîne, bi tenê bi riya bikaranîna krîterên jiheveqetîna zanistî û krîterên dîrokî-civakî” nîşandayina cihêrengiya ziman e. Nivîskar bi naveroka pirtûka xwe xwestiye li hember homojenkirin û yekirina ziman a li ser navê globalîzasyonê ku piraniya dewletên Ewropayê bi kar tînin û di encamp de gelek ziman marjînal dibin, derkeve.

Aliyê here balkêş ê pirtûkê ku di heman demê de wê ji pirtûkên bi vî rengî vediqetîne, ji bo her zimanekî weşandina stranekê ye. Hemû stranên di pirtûkê de bi enstrûmanan tên gotin û di CD’yan de cî digirin. Ji bilî vê, gotinên stranan bi çar alfabayên li Ewropayê tên bikaranîn hatine nivîsandin û wergera wan a katalanî ligel wan hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …