Hişkesaliya cîhanê sal bi sal zêde dibe.
Ji ber guherîna avhewayê deverên ziwa her diçe berfireh dibe.
Rêxistina Hevkariya Aborî û Halxweşiyê (OECD) li ser hişkesaliyê raporek belav kir.
Li gorî daneyên Rêxistina Hevkariya Aborî û Halxweşiyê (OECD) di navbera salên 1900 û 2020 de, deverên ketine bin bandora hişkesaliyê derketiye du qatan.
Rapora OECDyê dibêje, di sala 1900î de, rêjeya hişkesaliyê ji dehan yêkê bejayê pêk dianî.
Îro rêjeya hişkesaliyê zêdetirî rêjeya ji 5an yekê bûye.
Çola Sahrayê, Çola Gobiyê, Nîvgirava Ereb û herêmên qutûban di raporê de cî negirtine.
Li gorî raporê, hişkesaliya di navbera salên 2000 û 2020î de ji hişkesaliya di navbera salên 1950 û 2000î zêdetir pêk hatiye.
Rapor wekî sedema herî mezin guherîna avhewayê nîşan dide.
Rapor desnîşan dike ku germahiya zêde dibe sedema dûkelbûnê, pergala şiliyê xera dike û rezervên berfê û cemedan kêm dike.
Herwiha, kiryarên zirarê didin çandiniyê, bêdaristanî û nixumandina ser axê jî wekî faktorên ku hişkesaliyê zêde dikin derdikevin pêş.
Rapor dibêje hişkesaliya zêde balansa ekosîstemê xera dike û pirrengiya biyolojîk tehdît dike.
Infowelat
———————————————-
Foto: Dîmeneke erdên ziwa bûne