Fransewî li Madagaskarê paş de diçe

Li Madagaskarê ku koloniyeke kevn a Fransayê bû, zimanê fransewî her ku diçe di jiyana rojane de paş de diçe. Li welat, fransewî û zimanê otokton malagasî zimanên fermî ne lê niha malagasî ji fransewî bêtir tê axaftin.
Malagasî di demên dawî de bûye zimanê serdest ê li kolan û malê. Îngilîzî jî bilez dibe zimanê biyanî ya ku herî zêde tê hilbijartin. Fikarên di nava akademîsyenên li welat de ev e ku eger asta zanîna fransewî ya mirovan bikeve, wê standardên xwendina akademîk a bi fransewî jî pêre kêm bikeve.

Dema mirov diçe departmana xebatên fransewî û yên frankofon a li Zanîngeha Antananarivoyê, mirov çûyin û hatina zêde ya xwendekaran dibîne lê axaftina bi fransewî nayê bihîstin. Xwendekar li vir zêdetir bi zimanê malagasî diaxivin.

Berpirsê departmanê Samuel Razasiarison dibêje ku xwendekarên madagaskarî bi tenê di dema dersan de bi fransewî diaxivin. Ew, paşveçûna asta bikaranîna fransewî ya di nava ciwanan de, bi bêîstiqrariya siyasî ya welat ve girêdide.

Serokê Madagaskarê Didier Ratsiraka ji salên 1970’yan heta salên navîn ên 1985’an polîtîkaya “malgachisation” (malagasîkirin) meşandiye û malagasî kiriye zimanê fêrkirinê yên dibistanan. Divê demê de fransewî jî bûye zimanê biyanî. Di encama vê polîtîkayê de, mamoste jî di nav de nifşekî bi tevahî nekaribûye fransewî baş fêr bibe.

Lê digel vê jî, zimanê fransewî di dema dîtina kar de dikare bibe niqteyeke heyatî. Nûnerê Giştî yê Alliance Français ya li Madagaskarê Jean-Michel Frachet di vê mijarê de wiha dibêje: “Di dema reva li dûv kar a îro de, hûn dibînin ku îlanên kar bi fransewî tên nivîsandin û asteke baş a fransewî wekî mînîmum pêwîst e.” Saziya navborî toreke lidarxistina dersên ziman û çanda fransewî ye.

Bi paşveçûna zimanê fransewî re îngilîzî ji berê zêdetir, bi taybetî di nava ciwanên li bajaran ku dixwazin kariyerekê navneteweyî bikin, popûler dibe. Emily Michael ku di Ofîsa Karên bi Gel re ya Balyozxaneya DYA’yê dixebite, di derbarê zanîna îngilîzî ya ciwanan de van agahiyan dide: “Min texmîn dikir ku ez ê ji asta xwe ya min diaxivî hinekî din jî zêdetir fransewî biaxivim. Bi taybetî ciwan li vir diçin dibistanan û lewma jî îngîlîzî pir baş diaxivin. Bi rastî jî ragihandin ji bo min pir hêsan e.”

Fransewî hîn jî li Madagaskarê zimanê biyanî yê herî zêde tê axaftin e. Lê ev, di pêşerojeke pir ne dûr de dikare biguhere.
madagaskar_nexse
Bi kurtahî Madagaskar

Madagaskar welatekî li rojhilata Afrîkayayê ku di Okyanûsa Hîndê de cî digire. Erda welat 587,000 km2 ye û nifûsa wê ji 22 milyon zêdetir e. Welat di 1960’an de ji Fransayê vewetiya ye û serxwebûna xwe bi dest xistiye. Ji destpêka damezrandina komarê heta niha fransewî tevlî malagasî li welat zimanê fermî hatiye qebûlkirin. Di sala 2007’an de zimanên fermî ji nû ve hatine diyarkirin û vê care îngilîzî jî li her du zimanan hatiye zêdekirin. Lê di referandûma 2010’an de statûya fermî ya îngilîzî hatiye betalkirin.

Çavkanî:

www.english.rfi.fr
www.wikipedia.org

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …