Xelatgira Nobelê li Îranê birîndar bû

Nergîs Muhammedî tevlî çend girtîyên jin li Tehranê rastî êrişê hat.

Aktîvîsta jin ji ber têkoşîna xwe ya li dijî cezayê darvekirinê di 2023an de Xelata Nobelê wergirtibû.

Zilma li dijî girtîyên sîyasî Ii Îranê di demên dawî de zêde dibe.

Xwedîyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî tevlî çend girtîyên jin li Tehranê rastî êrişê hat.

Agahîya derbarê mjarê de ji alîyê malbata Muhammedî ve hat ragihandin.

Malbatê bi daxuyanîyekê diyar kir, Nêrgis û hevalên wê di dema protestokirina darvekirina Gulam Reza Resaî rastî êrişê hatine.

Di êrişa li Girtîgeha Evînê de Muhammedî birîndar bûye û lê rêveberîya girtîgehê ew neşandîye nexweşxaneyê

Kî ye Nergîs Muhammedî?

Nergîs Muhammedîya 52 salî aktîvîsteka mafên mirovan a îranî ye.

Aktîvîsta jin ji ber têkoşîna xwe ya li dijî cezayê darvekirinê di 2023an de Xelata Nobelê wergirt.

Muhammedîya di deh salên dawî de piranî di girtîgehê de bû, di 2021an de careke din hat girtin.

Aktîvîsta îranî par bi hinceta “propagandaya li hemberê dewletê” saleke cezayê girtîgehê girt.

Tevî cezayê nû, cezayê girtîgehê yê Muhammedî derket 12 salan.

—————————————————

Foto: Nêrgis Muhammedî/Wikimediacommons

Infowelat

Îran cezayê îdamê li aktîvîsta kurd birî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şer

Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe. Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê …