Fînland kontrola li ser sînorê Rûsyayê dişidîne

Serokwezîrê Fînlandê Petteri Orpo Rûsyayê sûcdar kir.

Orpo got, Rûsya destûrê dide koçberên kaçax, derbasî welatê wî bibin.

Fînland kontrola li ser sînorên xwe yên bi Rûsyayê re wê zêdetir bişidîne.

Sebeba vê yekê hatina koçberan a ji aliyê Rûsya yê.

Serokwezîrê welêt Petteri Orpo di axaftina xwe ya li ser mijarê Rûsyayê sûcdar kir.

Orpo got, ew di wê baweriyê de ye, Rûsya destûrê dide koçberên kaçax, derbasî welatê wî bibin.

Li gorî lîderê Fînlandê, Rûsya bi bê “taktîkê dixwaze aramiy ali welatê wî xera bike.”

Navbera Fînland û Rûsyayê ji ber endamtiya NATO’yê xera bûbû.

Fînland bûbû endamê NATO’yê 

Fînland îsal dawî li polîtîkaya xwe ya bêalîbûnê anî bû û bûbû endamê NATO’yê.

Rûsya reaksiyon nîşanî vê biryarê dabû û gefa girtina tedbîrên hişk li Helsînkiyê xwaribû.

Piştî kûrbûna aloziyê, Fînland li ser sînorê Rûsyayê dest bi avakirina dîwarekê kiribû.

Ev dîwêr 200 km dirêj e û wê di 2026’an de bê temamkirin.

Sînor 1340 km ye

Sînorên Fînlandê yên bi Rûsyayê 1340 km ye û ev jî ji bo parastina sînor hukumeta Helsînkiyê dike nava fikaran.

Sînorên Fînlandê yên bi Rûsyayê 1340 km ye û ev jî ji bo parastina sînor hukumeta Helsînkiyê dike nava fikaran.

Hêzên parastina sînor ên Fînlandê diyar dikin, di mehên dawî de hejmara koçberên ji ser sînorên bi Rûsyayê re tên zêde bûye.

Li gorî agahiyên berdest, ji Tebaxê û heta niha 91 koçber gihîştine Fînlandê.

Piraniya koçberan ji Iraq, Somalî û Yemenê ne.

Fînland welatekî nêzîkî Qutba Bakur e û zivistanên welêt gelek sar in.

Germahiya hewayê ya li ser sînorên Rûsyayê zivistanê di navbera -2 û -35 de ye.

Ev jî jiyana koçber û penaberên dixwazin bi meşê biçin vî welatî dixe nava xetereyê.

Infowelat

Foto: Sînorê Fînland û Rûsyayê /Foto: The Barents Observer

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …